Li Dêrazorê jin amadekariya 8’ê Adarê dikin

Jinên ji Dêrzarorê yên amadekariya 8'ê Adarê dikin, gotin: "Jin bi çand, kevneşopî û mîratên xwe 8’ê Adarê pîroz dikin. Ev roja cejna jinan tenê nîne. Ew roja naskirina fedekarî, berxwedan û îradeya jinan e."

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Jinên ji kantona Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê dikin. Jinên ku kelecan û amadekariyên xwe ji bo vê rojê anîn ziman, destnîşan kirin ku 8'ê Adarê roja cejina jinan tenê nîne, ew roja naskirina fedekarî, berxwedan û îradeya jinan e.

'Divê jin li ser fedakariyên xwe bên xelatkirin'

Hediya Muhemed 8'ê Adarê li tevahî jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe pîroz kir û berxwedana wan silav û got: "Em vê rojê li her jinek Sûrî ku li hember kêşe û zehmetiyan li berxwedaye pîroz dikin. Jinên Sûriyeyê tev zehmetiyên dîtine jî hêviyê diçînin. Ji ber ku ew li hember van astengiyan xwedî îrade û hêz bû. Li Dêrazorê 8'ê Adarê ew fersendeke ku jin li ser berxwedan û sekina wan bên xelatkirin. Ew cejna hemû jinên cîhanê ye, lê belê ew roja naskirina fedakariyên jina Sûrî ye jî. Jina Sûrî bi cesaret, berxwedanî, hêz û îradeya xwe di nava şer de hebûnên xwe îspatkirin û xwedî li axa xwe derketin. Bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de çand û mîrata herêmê zindî dikin

Xîtam Muhemed jî qala amadekariyên jinên Dêrzaorê ji bo roja 8'ê Adarê kir û wiha axivî: "Jin bi xemilandina kolanan bi wêneyên berxwedana jinên Sûriyeyê û amadekariyên cil û bergan 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Her wiha pîrozbahiyan jî weke zindîkirina kevneşopî û mîrata herêmê li dar dixin. Ev yek jî girêdana bi mîrata gelêrî re diyar dike. Jin bi dîzayên kevneşopî ku çanda herêmê nîşan dide weke lixwekirina cilên El-Zebon û El-Hebarî vê rojê pîroz dikin. Jin xwarinên gelêrî jî amade dikin. Çêkirina nanê tenûrê û qehweya tal mîrata herêmê zindî dikin. Jin bi saya şoreşê karîbû cihê xwe di nava qadên leşkerî û siyasî de bigre û gelek destkeftiyan bi dest bixe, her wiha di cihên biryardayînê de jî rol lîst. Em îro bi pêkanîna wekheviyê pîroz dikin."

'8'ê Adarê roja nûkirina dilsoziya bi nirxên azadî û wekheviyê re ye'

Xîtam Muhemed tekez kir ku tu kes nikare azadiya jinan asteng bike. ji ber ku jina Sûrî sembloa berxwedan û azadiyê ye. Xîtam wiha dawî li gotinên xwe anî: "8'ê Adarê cejina jinan tenê nîne. Ew roja nûkirina dilsoziya bi nirxên azadî û wekheviyê re ye. Ew roja ku cîhan hebûn û rola jinan di avakirina civakên demokratîk de nas bike ye. Jinên Dêrazorê bi riya amadekariyên xwe ji vê rojê re peyama hêvî û sekina li dijî kêşeyan didin. Jina Sûrî ew hêmana bingehîn di avakirina pêşeroja herêmê de ye."