Li Dêrazorê ji bo jinan perwerdeya pîşeyî

Serperiştkarê dewreya dirûtinê ya Yekîtiya Jinên Ciwan Başayer El-Elî tekez kir ku ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de dewreya perwerdeyê hate vekirin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Wek beşek ji projeyeke pêşketinê ya ku armanc dike jin û jinên ciwan di nava şert û mercên dijwar ên jiyanê yên herêmê de ji bo ketina bazara kar û bidestxistina serxwebûna aborî amade bike, Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hecîn ê kantona Dêrazorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyek perwerdeyê ya dirûtinê vekir.

Ev însiyatîf armanc dike ku piştgiriyê bide hêza kar a herêmî û derfetên kar ji bo ciwan û jinên li herêmê zêde bike. Xwendekarên ku bernameya perwerdeyê bi serkeftî biqedînin dê ji Yekîtiya Jinên Ciwan sertîfîkayên pejirandî û herêmî bigrin ku ev yek şansa wan a dîtina kar an jî destpêkirina karsaziyên xwe zêde dike.

Jin hînî dirûtinê dibin

Serperiştkara dewreyê Başayer El-Elî tekez kir ku ev dewre beşek ji rêze însiyatîfên ku armanca wan avakirina kapasîteya jinên ciwan li herêmê ye û wiha got: "Bi riya hêzdarkirina wan bi jêhatiyên pîşeyî yên ku dikarin di bazara kar a herêmî de yan jî di damezrandina karsaziyên wan ên piçûk de werin veberhênan e. Ev bername dê 20 rojan bidome û jinên ku bi ser ketin jî dê karmendên belgekirî yên bi navê herêmî tên nasîn, bigrin. Ev jî wê derfetên kar û avakirina projeyan veke, ev jî li gor armancên yekîtiyê ye. Di 15'ê Hezêranê bi tevlîbûna 20 xwendekarên jin ev perwerde hat vekirin. Waneyên teorîk û pratîk didin û hînî prensîbên dirûtinê dibin. Her wiha fêrî çêkirina 'Şam' dibin ku xemlek herêmî ye."

Ji bo bihêzkirina aboriya jinan e

Başayer El-Elî bal kişand ser armanca perwerdeyê û wiha axivî: "Rewşa aborî ya dijwar hişt ku gelek jin li derfetên kar bigerin ji bo debara xwe bikin. Ji ber vê me xweset em destek bidin jinên ciwan û wan hînî pîşeyan bikin. Her roj hejmara jinan li ser vê perwerdeyê zêdetir dibe ev jî destkeftiyên wan nîşan dide. Her wiha jinên ku ji van perwerdeyan derçûne bûne xwedî projeyên xwe yên biçûk. Em bi hêvî ne ku ev perwerde deriyên cuda yên pîşeyan veke, weke xwendin û nivîsandinê, hemşîretî û kompîtorê."

'Ev însiyatîf ji vîzyonek stratejîk a demdirêj e'

Başayer El-Elî şîrove kir ku ev însiyatîf beşek ji vîzyonek stratejîk a demdirêj e ku armanc dike bernameyên perwerdeyê yên domdar peyda bike di warên cûrbecûr, wek rêveberiya nivîsgehê, alîkariya yekem û jêhatiyên dîjîtal vedihewîne û got: “Bi vî rengî xweseriya jinan zêde dike û civakek saxlem di hawirdoreke aborî ya hevsengtir de diafirîne. Ev dewre modelek serkeftî ji bo însiyatîfên civaka sivîl temsîl dike ku li gorî rastiyên herêmî ne û beşdarî peydakirina çareseriyên pratîkî yên li gorî pêdiviyên jinan li deverên ji hêla aborî ve bi bandor in e.”