Li Dêrazorê bi pergala hevserokatiyê jin bihêztir in
Jinên kantona Dêrazorê ku zincîrên koletiyê qetandine û cihên xwe di nava pergala hevserokatiyê de girtine gotin: "Sîstema hevserokatiyê modelek pêşxistin û bihêzkirina jinan a li Sûriyeyê ye."

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Di gaveke dîrokî de ber bi bidestxistina wekheviya zayendî ve, kantona Dêrazor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya pêkanîna sîstema hevserokatiyê, modelek bihêzkirina jinan nîşan da. Ev sîstema yekem e ku hevkariyek di navbera jin û mêran de di biryardayînê de mîsoger dike. Her wiha beşdarî avakirina civakek dadmend û hevseng dibe.
Hevserokatî gavek di riya rizgarkirina jinan de ye
Endama Hevseroka Meclîsa Rêveber a kantona Dêrazorê Rehmê El-Elî diyar kir ku pergala hevserokatiyê piştî salên dirêj ên piştguhkirinê ji ber qedexeyên civakî û çandî yên ku wan ji beşdariya siyasî û îdarî bêpar kirine, guherînek di bihêzkirina jinan de temsîl dike. Ev sîstem bi berxwedan û îsrara gel, tevî zehmetî û kêşeyan jî pêk hat. Jinên li Dêrazorê di navendên biryargirtina siyasî, saziyên aborî, meclîsên civakî û heta di cihên leşkerî de jî çalak bûne. Ev destkeftî tevî hawîrdora civakî ya dijwar hatin bidestxistin."
'Divê ev sîstem li Sûriyeya nû bikeve meriyetê'
Rehm Elî da zanîn ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rolek mezin di pêşxistina jinan de lîstiye û wiha bidawî kir: "Felsefeya Rêber Apo beşdarî krîstalîzekirina hişmendiyek nû ya jinan bû ku bindestiyê red dike. Şoreşa Rojava jî bû deriyek ku jin xwe ji zincîrên koletiyê rizgar bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin. Bi saya şoreşê jinan têkoşîn û berxwedana xwe xurtir kirin. Daxwaza me ew e ku ev sîstema demokratîk li Sûriyeya nû bikeve meriyetê, her wiha li hemû welatan aktîf bike, da ku civakek demokratîk, adil û wekhev bê avakirin."
'Sîstema hevserokatiyê ji bo rizgarî û wekheviya jinan modelek cîhanî ye'
Endama Hêza Parastina Cewherî Meriyem El-Ehmed tekez kir ku hevserokatî yekem modelek tenê li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn. Ev pergal yek ji destkeftiyên projeya Rêveberiya Xweser e ku armanc dike jinan azad bike û rola wan di jiyana giştî de mîsoger bike. Jinên Dêrazorê bi saya feslefeya azadiyê gihîştin cihên biryardayînê û li dijî adetên civakê têkoşiyan. Ev model di pêkanîna wekheviyê de bi serket. Divê ev model li Rojhilata Navîn bikeve meriyetê, ji ber ku jin bi piştguhkirinê re rûbirû dimînin. Bila jin ji bo bidestxistina mafên xwe bi îsrar bin. Jina bihêz dikare civakek bihêz jî ava bike."
'Hevserokatî ne dirûşm e ew pratîkek edalet û wekheviyê ye'
Endama Kombûna Jinan a Zenûbyayê Zehra El-Tayah destnîşan kir ku jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîbû cih û mafên xwe piştî bi hezaran salan bidest bixe, ew jî bi riya pergala Rêveberiya Xweser û hevserokatiyê bû. Rêber Apo ji jinan re jiyanek nû pêşkêş kir û rola jinan di cihên biryardayînê de carek din vegerand. Hevserokatî ne dirûşm e, lê pratîkek edalet û wekheviyê ye. Bang li jinan dikin ku bihêz, biryardar û parêzvanên edaletê bin. Bi baweriya ku jinên bihêz nifşên bihêz diafirînin û civakek hevgirtî bi jinekê dest pê dike ku di pozîsyona xwe de hişyar û sabît e."
‘Em hewl didin ku vê modelê berfireh bikin’
Cîgira Hevseroka Meclîsa Gelan a Demokratîk li Hacînê Hîba El-Xenam diyar kir ku sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevkariya di nava jin û mêran de di cihên biryardayînê de destnîşan dike. Hîba El-Xenam wiha got: “Ev sîstem rola pêşengiyê pêşkêşî jinan dike. Pêşengiya di hemû warên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de jî. Tevî kêşeyan îsrar û berxwedana jinan ji bo pêkanîna vê pergalê biser ket. Hêmana bingehîn a avakirina sîstema hevseroktiyê jin e. Bicîhanîna vê modelê di Sûriyeya nû de dê gavek ber bi avakirina civakek dadperwer û hevseng ve be. Em jin bawer dikin ku hevserokatî ne dawiya têkoşîna me ye, destpêka qonaxek nû ye ji bo bihêzkirina jinan û xurtkirina rola wan a di civakê de. Em hewl didin ku vê modelê berfireh bikin da ku hemû herêmên Sûriyeyê di nav xwe de bigire."