Li Derayê jinek hat qetilkirin
Li Derayê jina binavê Reem Bekir a 29 salî ji aliyê hevjinê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber nebûna ewlehiyê û lawazbûna rola saziyên çavdêriyê, cînayetên li dijî jinan zêde dibein. Ev yek lawaziya rewşa ewlehiyê û kûrbûna diyardeya tundiyê ya li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de nîşan dide.
Duh 26’ê Kanûnê li bajarê Derayê jina binavê Reem Bekir a 29 salî hate qetilkirin. Reem Bekir dayika sê zarokan bû û ji herêma Sêrekaniyê ya bakurê Hesekê bû. Li gorî agahiyan, jin ji aliyê hevjînê Husam el-Şelbî ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û kujer îdia kiriye ku jin di encama lêdana elektrîkê de jiyana xwe ji dest daye û xwestiye sûcê xwe veşêre.
Rapora tibî ya edlî, piştrast kir ku Reem Bekir di encama derb, xeniqandin û îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Dema ku hevjin û birayê wê hatin birçavkirin, definkirina bi awayekî lezgin û astengkirina otopsiyê gumanên veşartinê ya di nav malbatê de zêde kir. Hate balkişandin ku tundiya nava malê pirsgirêkek civakî ya cidî. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li Derayê cenazeyê pitikek keç li ser sergoyekê hatiye dîtin.