Li Deraa gorek komî hat dîtin
Li herêma Deraa gorek komî hat dîtin û tesbît bû ku di nav de jin û zarok hene. Tê texmînkirin ku zêdetirî 50 cenaze di gora komî de hene.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku duh li bajarê Îzrai yê girêdayî Deraa yê Sûriyeyê goreke komî hat dîtin.
Hat diyarkirin ku 5 cenaze tenê ji gorê hatine derxistin. Tê texmînkirin ku zêdetirî 50 cenaze di gorê de hene. Ji ber rewşa hewayî, derxistina cenazeyên din tê astengkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Çileya îsal de jî li bajarê Senemên ê bakurê Derayê goreke komî hatibû dîtin. Di 16’ê Kanûna 2024’an de li mezreya Kiwêtî ya derdora bajarê Îzrai ku di bin kontrola çekdarên "Dîfa El Wetenî" de bû, goreke din a komî hatibû dîtin. Jin û zarok jî di nav de ji gorê 31 cenaze hatibûn derxistin.