Li Darfûrê jinek ciwan rastî destdirêjiya komî hat
Li Bakurê Darfûrê, jineke ciwan a 20 salî ji aliyê mêrên çekdar ên nenas ve rastî destdirêjiyê hat. Rêxistinên mafên mirovan, balkişandin ser ser zêdebûna tundiya li dijî jinan li herêmê û zehmetiyên parastina jin û zarokan.
Sûdan – Li Tabrayê ya rojavayê Tawila ya girêdayî rojavayê eyaleta Bakurê Darfûrê, jineke 20 salî ya derketibû dar berhev kirine, ji aliyê sê mêrên çekdar ên nenas ve rastî destdirêjiyê hat.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê Torên Parastina Civakê ve hate dayîn, mêrên çekdar kemîn danîne ser jinê û bi dorê tecawiza jina ciwan kirine. Piştî êrîşê, jina ciwan ji aliyê xizmên xwe ji bo dermankirinê sewqî Nexweşxaneya Tawila hate kirin.
Rapor destdirêjiyê piştrast kir
Torê, di daxuyaniya de destnîşan kir ku çavkaniyên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê tecawizê bi raporek bijîşkî piştrast kirine û ji ber tundî û êrîşê li ser bedena jina ciwan, şopên fîzîkî yên diyarker hene.
Tore, bal kişand ser astengiyên ku gelek rêxistin û torên mafên mirovan di pêvajoya belgekirina binpêkirinên li dijî jinan de pê re rûbirû dimînin û diyar kir ku sînordarkirinên ewlehiyê û gefên ewlehiyê parastina jin û zarokan û misogerkirina gihîştina wan a edaletê dijwar dikin.
Li gorî raporên mafên mirovan, gelek jin û zarokên keç ên li kampên penaberan, dema ku derdikevin derve rastî tundiya li ser bingeha zayendî û destdirêjiya zayendî tên.