Li çolistana Cezayîrê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li çolistana Cezayîrê cenazeyên 12 kesên ku ji tînan jiyana xwe ji dest dane hatin dîtin û hat diyarkirin ku welatiyên Suriyeyê ne.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Xews a Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê li herêma Belevbor a çolê erebeyek û li kêleka wê 12 cenaze dîtin. Komeleyê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane welatiyên Suriyeyê ne û cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Birc Omer Idrîs a eyaleta Îlîziyê. Herwiha hate diyarkirin ku wan kesan ji tînan jiyana xwe ji dest dane.

Komeleyê navên kesên jiyana xwe ji dest dane weşandin ku piraniya wan ji Heleb, Reqa, Hesekê ne û kesek jî ji Şamê ye.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

El Îlêwî Salih Îbrahaîm ji Helebê, Mihêmîd Ebdurezaq Munzur ji Reqayê, Fetah Faris Îmad ji Hesekê, Hac Îbrahîm Îzet Xelîl ji Helebê, Şerîf Mihemed Îsa ji Hesekê, Reyan Elî Îsa ji Reqayê, El Esaf Hisên Fîras ji Helebê, Hisên Mihemed Aldar ji Hesekê, El Ehmed Mihemed Beşar ji Helebê, Qasim Husnî Mihyedîn ji Şamê, El Iwêd Ebdurehman Ehmed ji Helebê.