Li Colemêrgê pez di bin hezazê de man

Hat hînbûn ku ji ber hezaza li Colemêrgê çêbû, gelek pez di bin axê de mane.

Navenda Nûçeyan- Li gundê Dêzê yê girêdayî navendê duh bi şev hezaz çêbû. Nêzî hevşiya ku pez lê dima hezaz çêbû, bi dehan pez di bin axê de man.

Xwediyên sewalan piştî hezazê li navenda Banga Lezgîn a 112’yê geriyan û alîkarî xwestin. Li ser îxbara hat kirin tîmên AFAD’ê, leşker û Îdareya Taybet a Bajêr sewqî wir hatin kirin.