Li Colemêrgê ‘Meşa Demokrasiyê’ destpê kir

Li Colemêrgê beriya mitînga ‘Meşa demorasiyê’ ya li dijî desteserkirina îradeyê bê lidarxistin û dê 3 rojan bidome dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li navenda bajêr di 13’ê Hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê starta “Meşa Demokrasiyê” li navçeya Şemzînanê hate dayîn. Meş bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl tê lidarxistin. Ji bo meşê li navenda navçeyê daxuyanî hate dayîn. 

Daxuyaniya li ber avahiya DEM Partî ji derveyî parlementeran hejmarek zêde ya kesan beşdar bûn. meşvanan pêşmalkên ku ‘Em rê adin qeyûman’ li ber xwekirin. Piştî daxuyaniyê destbi meşa ku wê 3 rojan berdewam bike û li navenda Colemêrgê bi dawî be dest pê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût bang li her kesî kir ku tevlî mîtînga 13'ê Hezîranê bibe.

‘Me di sindoqê de bersîv da, em ê li kolanan jî bersîv bidin’

Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç diyarkir ku li dijî biryara qeyûmê evê tekoşîna wan berdewam bike û ev tişt got:

“Ev têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê ye. Ev têkoşîn li her derê dewam dike. Têkoşîna me ya li dijî dijminatiya li gelê Kurd û desteserkirina îradeyê dewam dike. Ev yek têkoşîna demokrasî û demokratîkbûnê ye. Ev desthilatdarî desthilatdariyeke ku hez ji qeyûm dike. Ji 8 salan ve qeyûman tayîn dike û dest datîne ser îradeya gel. Qeyûm tê wateya talanê, diziyê, tunehesibandina îradeya gelê Kurd. Em ê vê tu carî qebûl nekin. Li her derê em ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin. Ji bo mîtînga xwe ya 13'ê Hezîranê em startê didin. Ev têkoşîn wê dewam bike. Ev têkoşîn wê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê dewam bike. Em ê têkoşîna xwe bi berxwedêran, bi mirovên xwedî wijdan mezin bikin. Me di hilbijartinê de bersiv da vê desthilatdariyê, em ê li kolanan jî bersivê bidin desthilatdariyê."

Meş dê sê rojan berdewam bike

Meşvan wê 3 rojan li bajarok, gund û cihên bicihbûnê bi gel re werin ba hev. Di hevdîtinan de wê texrîbatên qeyûm bi gel re parve bikin, wê hemwelatiyan daxwaza tevlîbûna mitînga 13’ê Hezîranê bên kirin. Meşvan wê îro hinek gundên girêdayî Şemzînanê û Geverê ziyaret bikin. Wê sibe jî ji Geverê bikevin rê, biçin navçeya Çelê. Meşvan wê piştî civîn û hevdîtinên li vê derê wê di 13’ê Hezîranê de bigihîjîn navenda Colemêrgê.