Li Colemêrgê çalakî destpê kirin:Derbeya AKP’ê hate tomarkirin

19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Koşuk hatibû birîn, li ber edliyeyê hate protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatimogullari got:"Darbeya AKP'ê hatiye tomarkirin."

Navenda Nûçeyan - Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin 19 sal û 6 meh ceza hat birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryara protestoyên li bajêr dîsa dest pê kirin. 

 'Qeyûm xespa vînê ye, qeyûm darbe ye'

 Civata Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş gelê kurd û gelên Tirkiyeyî ye û got: "Qeyûm xespa vînê ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP'ê hat tomarkirin."