Li Cezayîryê mijarên tundiya li ser jinan hatin nîqaş kirin

Bernameya çandî ya "Na Yanî Na" ku mijarên tundiya li ser jinê nîqaş dike li Cezayê hate destpêkirin.

NECWAN RAHİM

Cezayîr – Wezareta Çandî û Hunerî, Navenda Sînemayê ya Cezayîrê û Şîrketa Maykîng Of Birodikşin bernameya çandê ya "Na Yanî Na" ku ji 15'ê Adarê ve dest pê kiriye li Salona Sînemayê ya Cezayîrê berdewam dike, organîze kirin. Armanca bernameyê ew e ku bi rêya sînema, çapemenî û çandê li ser mijara tundiya li ser jinê nîqaşekê veke û bi rêya nîqaşan rêyên çareseriyê bibîne.

"Fîlmên ku li ser pirs û mafên jinan li Cezayîrê tê nîşandan"

Organîzatora bernameya "Na Yanî Na" Lînda Blixêriya got ku ev bernameya çandî ji sala 2018'an ve dest pê kiriye û wiha pê de çû: "Kûrsa wê ya yekem li Tûnisê bi hevkariya Festîvala Fîlman a Kartacayê, piştre li Urdunê bi Festîvala Karama ya ji bo Parastina Mafên Mirovan û li Filistînê bi Festîvala Fîlman re bû. Me biryar da ku îsal em însiyatîfê li Cezayîrê bi nîşandana rêze fîlmên li ser pirs û mafên jinan li Cezayîrê organîze bikin. Bername dê sê rojan li pey hev berdewam bike û çar kurtefîlm, belgefîlmek dirêj û çend kurtefîlm ji welatên cuda yên erebî bên nîşandan. Ez bi têkilî û amadebûna temaşevanan di vê bernameyê de gelek kêfxweş im."