Li Cezayîrê zilamekî hevjîna xwe ya ducanî kuşt

Li şaredariya El Aş a Cezayîrê, mêrekî hevjîna xwe ya 20 salî ku ducanî bû bi hovîtî qetil kir û piştre hewl da xwe bikuje. Ev bûyera kuştina jina ciwan, di nav gel de bû sedema şok û şermezarkirineke mezin.

Cezayîr – Rêjeya kuştina jinan û tawanên bi vî rengî li Cezayîrê di demên dawî de bi girîngî zêde bûye. Ev bûyer li cihên ku divê herî ewle bin, wek mal û deverên niştecihbûnê diqewimin. Ev zêdebûna berbiçav a sûcan, guhertinên kûr ên civakî nîşan dide; ji bo kontrolkirina vê pirsgirêkê û xurtkirina mekanîzmayên pêşîlêgirtin û parastinê, mudaxeleya bi bandor a saziyên civakî û hiqûqî hewce dike.

Jina hatî kuştin ducanî bî

Li gorî agahiyên destpêkê yên derbarê cînayeta li gundê Xafstan ê ser bi şaredariya El Aş a parêzgeha Borj Bou Arreredj, hat diyarkirin ku jina hatiye qetilkirin ciwaneke derdora 20 salî ye û ducanî bûye.

 Sûc li mala malbatê hatiye kirin. Kujer piştî kuştina hevjîna xwe, bi kêrê hewl daye xwe jî bikuje; kujerê ku giran birîndar bûye, ji bo dermankirinê di bin çavdêriya bijîşkî û ewlehiyê de rakirine nexweşxaneyê.

Piştî ragihandina bûyerê, hêzên Jendermeya Neteweyî gihîştin cihê bûyerê û ji bo diyarkirina sedemên qewimîna vê cînayetê dest bi lêkolîneke berfireh kirin.

Li gundê Xafstanê, şakên (niştecihên) deverê li beramberî mezinahiya vê trajediyê şok bûn û xemgîniya xwe ya kûr anîn ziman.