Li Cezayirê xurtkirina vîzyona jinan a medyayê hat nîqaşkirin

Komeleya Hûrî ya Jinên Cezayirî ji bo berfirehkirina asoyên beşdaran û xurtkirina vîzyona jinan a medyayê, forumek medyayî li darxist.

Cezayir – Foruma medyayî ya Komeleya Hûrî ya Jinên Cezayirî di atmosfereke rêxistinkirî de hate vekirin. Di merasîma destpêkê de, pêşwaziyek fermî ji tîma ragihandinê ya neteweyî re hate kirin, ku derfetek ji bo nasîna destpêkê û agahdarkirina li ser bernameya sêrojî ya forumê peyda kir.

Forumê bi komxebateke înteraktîf dest pê kir. Komxebat ji hêla Berpirsê berê ya Medyaya Neteweyî Cîhad Seyyad ve, hate pêşkêş kirin. Komxebat li ser nirxandina rola girîng a medyayê di piştgiriya armancên komeleyê de û balkişandina ser girîngiya wê ya stratejîk wek rêbazek bibandor û ragihandinê sekinî.

Bernameya medyayî ya Komeleya Hûrî ya Jinên Cezayirî bi atolyeyek perwerdehiyê li ser jêhatiyên diyaloga medyayî, ku ji hêla rojnamevan û rahêner Xewla Amamra ve hate pêşkêş kirin, mîrata xwe ya navdar domand. Atolyeyê bingehên rêveberiya diyalogê, çêkirina pirsên bibandor û hunera guhdarîkirinê girt û girîngiya van jêhatîbûnan ​​di bidestxistina ragihandina medyayî ya profesyonel û bibandor de tekez kir.

Hunera montajê û bikaranîna wê di medyayê de

Di roja duyem de atolyeyek taybet li ser hunera montajê hate lidarxistin, ku ji hêla berpirsa medyaya neteweyî ya komeleyê Xanim Amira Tayfour ve hate pêşkêş kirin. Atolye li ser prensîbên bingehîn ên edîtoriya vîdyoyê, yekkirina hêmanên dîtbarî yên wek sembol û nivîs û rêxistinkirina naverokê ji bo xizmeta nasnameya medyayê ya komeleyê, sekinî. Ji beşdaran re derfeta pratîkî hebû ku klîbên hêsan veguherînin naveroka medyayê ya yekgirtî û armancdar. Ev jî beşdarî pêşxistina jêhatiyên wan ên teknîkî û zêdekirina şiyanên wan ên afirîner bû.

Komxebatê rê li ber jêhatiyên jinan vekir

Komxebata duyemîn ku ji bo sêwirana grafîkî hatibû veqetandin, li ser bingehên nasnameya dîtbarî û teknîkên sêwirana nûjen sekinî, bi sepandinên pratîkî li ser karanîna rengan, tîpan û avakirina hevsengiya dîtbarî ji bo hilberandina sêwiranên profesyonel ên ku bi zelalî wêneya komeleyê nîşan didin. Atmosfer înteraktîf û zindî bû, fêrbûnê bi ceribandinê re li hev kir û rê li ber beşdaran vekir ku jêhatiyên nû kifş bikin.

Ev komxebatên perwerdehiyê yên cihêreng hewlên komeleyê ya ji bo pêşxistina amûrên tîma medyayê û baştirkirina şiyanên wan ên profesyonel û afirîner nîşan didin.