Li Cezayîrê waneya li ser "femînîzm û veguherîna demokratîk"

Enstîtuya Çandê ya Fransî ya li Cezayîrê li ser mijara "femînîzm û veguherîna demokratîk" li Cezayîrê waneyek da.

 
Navenda Nûçeyan – Entîtuya Çandê ya Fransî ya li Cezayîrê, bi lêkolîner, pispora siyasî û civaknas Marî Sîsîl Nafîs û Wezîra Çandê ya Tûnisê Letîfa El-Exder re bi rêya zoom dersek li ser "femînîzm û veguherîna demokratîk" dan. Gelek femînîst û aktîvîstên beşdarî dersêbûn  bal kişandin ser girîngiya mijarên weke guherînên mezin ên ku welat tê re derbas dibe û zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan û qetilkirinê li Cezayîrê.  
“Tevî têkoşîna jinan a berdewam jî hîna mafê jinan tê binpêkirin”
Civaknas, lêkolîner û pispora siyasî Marî Sîsîl Nafîs têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Di jiyana gelan de kêliyên girîng hene ku her tişt ji nişka ve berovajî dibe. Berevajîkirina dîrokê hevsengiya civakê xera dike û dibe sedema hemû îhtîmalan. Tevî têkoşîna mezin a jinan jî mafên jinan her ku diçe kêm dibe. Di dema me ya niha de gelo dibe ku parêzvaniya mafê jinan pêşbike? Ma demokrasiya bi nêrîna femînîzmê gengaz e?”