Li Cezayîrê mirina bi guman a zarokekê

Li bajaroka Şigara ya eyaleta Mila ya welat zarokek 9 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî raporên saziyên tenduristiyê, li welat roj bi roj hejmara kesên ku bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Cezayîr - Li bajaroka Şigara yê eyaleta Mila ya Cezayîrê zarokekî 9 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Şêniyên taxê ku cenazeyê zarokê tê îdiakirin "întihar"kiriye di nav baxçeyekî darên fêkî de dîtin, rewşê ji rayedaran re ragihandin. Dema cenazeyê zarok bi ambûlansê rakirin morga nexweşxaneyê, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Cezayîrê di bin navê “întiharê” de gelek kes bi awayekî bi guman jiyan xwe ji dest didin. Dema ku tenê di sala 2018’an de hezar û 240 bûyer hatine tomarkirin, balê dikişîne ku hemû kesên di bin navê “întîharê” de jiyana xwe ji dest dane di bin 18 saliyê de ne. Tê diyarkirin ku li gel îstatîstîkên li welat, li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2021’ê de li Cezayîrê ev hejmar wekî hezar û 299 hatiye tomarkirin.