Li Cezayîrê jineke ducanî hat qetilkirin

Di 8'ê Sibatê de li Cezayîrê jineke ducanî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Cezayîr- Di van salên dawiyê de li Cezayîrê sûcên herî hovane yên kuştina jinan tên kirin û tewana herî dawî jî jinek ku bi temenê xwe 30 salî ye û mamoste ye di yek saziyên perwerdeyê de, li bajarê  El-Remşî yê girêdayî herêma Telmesana Cezayîrê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Li gorî agahiyan hat diyarkirin ku kujerê di qada perwerdeyê de dixebitî, şîdet û neheqî li hevjîna xwe ya ducanî dikir û di carekê de dema pir hêrs bû hevjîna xwe qetil kir lê ne bi kêrê yan bi xeniqandinê, bi elaqeya ku mirov cilan pê ve dadilqîne çend caran li serê wê da heya ku jiyana xwe ji dest da. 
Ji destpêka Çileya 2022'an ve, li Cezayîrê pênc jin bi destên hevjînê xwe hatine qetilkirin tevî qanûnên tund ên Cezayîrê. Di xala 40'an a guhertina destûra bingehîn de hatiye diyarkirin ku dewlet li her cih û şert û mercan, di qada giştî û di warê pîşeyî û taybet de jinan ji her cure tundiyê diparêze. Hiqûqnas xala 40’an di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de destkeftiyek girîng dibînin û ji bo rakirina tundiya li ser jinan li Cezayîrê wekî çekek nû û bihêz dinirxînin.