Li Cezayîrê ji destpêka sala 2022'an û vir ve 10 jin hatin qetilkirin
Rêxistinên femînîst li ser malpera tora civakî facebokê rêjeya jinên ku li Cezayîrê ji 1'ê Çileya 2022'an heya roja îro hatine qetilkirin weşandin li gorî rêjeyê 10 jin hatine qetilkirin.
Cezayîr- Di van salên dawiyê de li Cezayîrê bûyerên qetilkirina jinan ji aliyê hevjîn û mêrên nêzî wan ve pir zêde bûne. Di nava du mehên îsal de 10 jin bi heman rengî hatin qetilkirin.
Rêjeyên dawî ku li ser malpera tora civakî facebokê ji aliyê rêxistinek femînîst a Cezayîrê "Femenisd Algerie" ve hatiye weşandin li Cezayîrê hejmara jinên ku hatine qetilkirin diyar dike. Li gorî hejmarê jinên ku hatine qetilkirin ji 1'ê Çileya 2022'an heta roja îro gihîştiye 10 jinan.
Li gorî Rêxistina Feminised Algerie, jina ku herî dawiyê hate qetilkirin 10 salî bûye û ji bajarê Karma yê parêzgeha Wehran a Cezayîrê bûye. Her wiha Rêxistinê çavdêriya bûyera hovane kir ku nêzî paytexta Cezayîrê qewimîbû, êrîlşeke fizîkî li dijî çend xwendekaran hat kirin û di encamê de 4 xwendekar bi giranî birîndar bûn. Her wiha di Sibata borî de li bajarê Ramşî yê parêzgeha Tlemcan a Cezayîrê, bûyreke hovane qewimî û jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.