Li Cezayîrê di destpêka sala 2022’an de du jin hatin qetilkirin

Qetilkirina jinan ku veguheriye bûyerên rojane wekî gelek welatên cîhanê li Cezayîrê jî her diçe zêde dibe. Di nava du hefteyên serê vê salê de cenezayê jinek bi awayê şewitandî û binaxkirî hat dîtin, jineke şêst salî jî ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.

Cezayîr- Daneyên herî dawî yên ku femînîstên Cezayîrê eşkere kirin diyar dikin ku Cezayîr ji destpêka sala 2022'an ve bûye şahidê kuştina du jinan
Daneyên ku femînîstên Cezayîrê têkildarî çavdêriya cînayetên jinan li Cezayîrê, bi riya rûpela xwe ya kesane li ser malpera tora civakî ya Facebookê belav kirine kuştina du jinan di du bûyerên cuda de ji aliyê xizmên wan ve ji destpêka meha Çileyê ve nîşan dide.
Li gorî agahiyên ku Wezareta Karên Derve ya Cezayîrê eşkere kir, sûcê ewil ê ku qurbaniya wê hemşîreyek bû li nexweşxaneyeke parêzgeha Um El Bowaqî dixebitî, di 3’yê Çileyê de pêk hat. Cenazeyê wê şewitandî hat dîtin û di binê erdê de li cihê bi navê Maşta Şatt" a li parêzgeha Um El Bowaqî hatibû veşartin.
Di nava du hefteyan de du jin hatin qetilkirin
Sûcê duyem jî ew bû ku di encamê de jineke şêst salî û dayika pênc zarokan hat kuştin, piştî ku yek ji kurên wê li serê wê da li herêma Ighil Oumenchar, li parêzgeha Bowêrayê jiyana xwe ji dest da.
Kuştina jinan li Cezayîrê di van salên dawî de zêde bûye û gihiştiye 75 jinên Cezayîrî yên ji her temenî ji aliyê bav, bira, mêr, kur û heta ji aliyê zilamên ku ji wan re xerîb bûne ve hatin qetilkirin.
Femînîstên Cezayîrê di sala 2020'an de 54 jinên mexdûrên kuştinê tomar kirin û di sala 2021'ê de jî hejmara cînayetên li dijî jinan li Cezayîrê di navbera Çile û Mijdara borî de gihîşt 45 kesan.