Li Cezayîrê di bûyereke hovane de dayika 4 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li Cezayîrê bûyereke hovane qewimî û dîsa jinek hat qetilkirin. Di bûyera qewimî de mêrekî bi hovîtî agir bera bedena hevjîna xwe da û di encamê de dayika çar zarokan jiyana xwe ji dest da.
Cezayîr – Mêrekî li navçeya Debeila ya wîlayeta El-Wadî li başûrê rojhilatê Cezayîrê, hevjîna xwe ya dayika çar zarokan şewitand û di encamê de dayika çar zarokan jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê benzîn lê kir û agir berda bedena wê. Dayika çar zarokan banga alîkariyê li derdora xwe kir lê ji ber ku tenê zarokên wê yên biçûk lê balê bûn û wê dîtin, ji cîranan alîkariyê xwestin. Piştî ku şewat gihîşt gelek cihên bedena wê, ew rakirin nexweşxaneyê û girtin beşa lênihêrîna giran. Piştre wê veguhestin nexweşxaneya Burns a paytextê li ji ber ku bi giranî şewitîbû jiyana xwe ji dest da.
Hêzên ewlekariyê gotin ku wan sûcdar girtine û lêpirsîna wî berdewam dike.