Li Cezayîrê cenazeyê jinekê şewitandî ji bin axê derxistin
Di serê vê sala nû de Cezayîr bi bûyereke hovane ya kuştina jineke ciwan hejiya. Jina bi nave Fatiha Mensûrî ya beriya 5 rojan winda bûbû cenazeyê wê roja 4’ê Çileyê li devera ku bi navê Maşta El-Şett tê nasîn bi awayê şewitandî binaxkirî hat dîtin.
Cezayîr- Di 4’ê Çileyê de, gelê Cezayîrê bi tawanê li dijî jineke Cezayîrî ya sih salî a bi navê Fatiha Mensûrî şiyar bû. Cenazeyê jina ciwan bi awayê şewitandî di bin erdê de li devera bi navê "Maşta El-Şett" hat dîtin.
Li gorî agahiyên ajansa me, jina ciwan Fatiha Mensûrî ku li yek ji nexweşxaneyên parêzgehê karê hemşîretiyê dikir, nêzî 5 roj berê winda bûye. Der barê hûrgiliyên tawanê yekem ku di sala 2022’an de çêbû, îro roja Sêşemê, dezgeha parastina sivîl (Berevaniya Sivîl) bi daxuyaniyeke fermî ragihand, ku termê jineke nenas şewitî ku di bin erdê de hatiye veşartin li cihê bi "Maşta El-Şett" tê nasîn li bajarokê "Fkirina" li parêzgeha Um EL-Baweqî hatiye dîtin.
Daxuyaniyê eşkere kir ku cenaze bi amadebûna nûnerên dezgehên dadwerî û ewlehiyê bo nexweşxaneya bajarê Eyn Beyda hatiye veguhestin.
Servîsên ewlekarî yên Cezayîrê dest bi lêkolînên kûr kirin ji bo naskirina kujer û vekolînên destpêkê li ser gumanbaran encam dan.
Li gorî agahiyên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin, mexdûr telaqdayî ye û berê karê siyasî kiriye û ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê yên parlamentoyê xwe namzed nîşan daye.
Bûyerên hovîtî yên bi vî rengî ne cara yekem e li Cezayîrê pêk tê
Bûyera kuştin û lîstina bi bedenê, bi hovîtiya şewitandinê re ne ya yekem e li Cezayîrê, ji ber ku gelê Cezayîrê bi dehan tawanên bi vî rengî re rû bi rû maye. Bûyera herî girîng ji van kuştina Şeyma di Cotmeha 2020’an de ye. Bedena wê li stasyonek sotemeniyê ya terikandî li bajarê Thenia li Boumerdes ku 50 km. li rojhilatê Cezayîrê ye, hatibû dîtin û diyar bûbû ku piştî kujer destdirêjî lê kiribû bedena wê bi benzînê şewitandibû.