Li Cezayîrê 12 sal cezayê girtîgehê li kiryarê îstîsmara zayendî hat birîn

Dadgeha Asliye Cezayê a Tebessa ya Cezayîrê, ji kiryarê îstîsmara zayendî ya li zarokekî piştî 6 salan 12 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Cezayîr- Di 25’ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Asliye Cezayîrê a Tebessa ya Cezayîrê doza îstîsmara zayendî hat dîtin. Di daneşîna biryarê ya ku 6 sal şunde hat dîtin de ji bo kiryarê îstismara zayendî li hemberî zarokek pêk aniye, 12 sal cezayê girtîgehê hat dayîn û ji bo bavê zarokê ku îfadeya derew da 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di sala 2015’an de kiryarê ku 30 salî bû îstîsmara zayendî li keçeke ku wê demê 12 salî bû pêk aniye. Hat diyarkirin ku piştî zarok ducanî bû, endamên malbatê keça xwe bi kiryar re zewicandin û zarok piştî zewacê 10 roj zarok anî. Piştî ku ev buyer di çapemeniyê de cih girt şûn de doz hat vekirin û 6 sal piştî bûyerê 12 sal cezayê girtîgehê li kiryar hat birîn.