Li Cezaiyrê bav keça xwe bi çeka nêçîrê qetil kir

Çend roj piştî bûyera ku ciwanekî bi kêrê xwîşka xwe qetil kir, li gundê Um En-Nahl ê bajarê Sbatê yê girêdayî wîlayeta Skikda ya li Rojhilatê Cezayirê bavekî keça xwe ya yeksalî bi çeka nêçîrê qetil kir.

Cezayir- Li Cezayir ji ber nebûna zagonên ku jin û zarokên keç diparêzin, bûyerên qetilkirina zarokên keç bi kêr û çekê didomin.

Bûyereke qetilkirinê ya sosret di 5’ê Nîsanê de hate jiyîn. Bavê bi navê A.Z yê 82 salî, keça xwe ya yek salî bi çeka nêçîrê qetil kir. Hêzên ewlehiyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Tundiya li ser jinan didome

Derûnînas Dr. Samîra Badaş derbarê mijarên bûyerên ku bi taybetî jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên qetilkirin de axivî û sedemên bingehîn ên van bûyeran wiha rêz kir: “Rêbazên xelet û xirab ên mezinkirina zarokan, kêmaniya têkiliyên bi tendurist di navbera endamên malbatê de, zewacên şeklî û têkiliyên bi tendurist ên di temenê biçûk de bi zarokan re nehatiye danîn.”

Samîra Badaş diyar kir ku ev cureyên nêzikatiyan çavkaniya xwe ji destpêka zaroktiyê digrin, tundiya li dijî zarok tê pêkanîn, bi zarok re hestên tolhildanê bi pêş dixe û ev jî di temenê li pêş de dibe sedema bêbawerî, êrîşkar û ber bi sûc ve biçe. Bikaranîna madeyên hişbir û girêdana rasterast vê êrîşkariyê derdixe holê.”

‘Divê têkiliyên di nava malbatan de hêztir bibin’

Samîra Badaş wiha got: “Kêmaniya têkiliya di navbera malbatê de, malbatê ‘Ji malek bi dilovan’ zêdetir ber bi ‘qulûbeya xeyalî’ ve dibe. Di van qadan de kes bi nêzîkatiyên ne bi zanabûn û tije tundî bi pêş dikeve, di dawiya vê de rê li ber bûyerên cînayetê vedike. Ji bo pêşîlêgirtina vê xeterê divê têkiliyên di navbera malbatan de bi hêz bibe, nêzikatiyên malbatan beramberî zarokan û têkiliyên ku bingeha xwe ji ewlehiyê digre ava bibe. Girêdanek saxlem a malbatê li ser baweriyê tê avakirin. Dema ev bingeh hilweşiya, saziya malbatê jî heldiweşîne û cihê xwe ji nêzikatiyên sûc û cînayetê re dihêle.”

‘Her hefte herî kêm jinek tê qetilkirin’

Aktivîsta Cezayirê Wîam Ouras, di rapora ku têkildarî cînayetên jinan pêşkêş kir de ev tişt got: “Li Cezayirê her hefte herî kêm jinek bi kêr, çekê tê qetilkirin. Ev jin ji sedî 80 ji aliyê endamên malbatê ve, piranî ji aliyê bira, bav û mêrên bi wan re zewicandî ve tên qetilkirin. Tevî ku di ser pêşkêşkirina raporê de du sal derbas bûye, rewşa li welat nehatiye guhertin. Tê dîtin ku jin dibin qurbanê bûyerên tundiya di nava malê û cînayetan de.”