Li Brezîlyayê lehî rabû: Hejmara miriyan derket 158’an

Hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde ya li Brezîlyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 158’an û 88 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê di lehiya ku ji ber barana zêdeyî 2 hefte ne dewam dike de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.

Tîmên Parastina Sivîl a eyaletê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmara miriyan derketiye 158’an û hejmara windayan jî derketiye 88’an. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ji lehiyê bandor bûne 2 milyon û 300 hezar derbas kiriye û hat parvekirin ku 82 hezar û 666 kes ji herêmên felaketê hatine xilaskirin. Hat destnîşankirin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi qasî 30 hezar kesî dewam dikin.

Li aliyê din li gorî daxuyaniya dawî ya Saziya Hewayî ya Sivîl a Neteweyî, tê payîn ku baran heta dawiya hefteyê bidome. Ji ber mezinahiya karesatê li herêmê 180 rojin "rewşa felaketê" hat ragihandin.