Li Brezîlyayê bahoz:Herî kêm 12 kes mirin

Li eyaleta Rîo de Janeîro ya girêdayî Brezîlyayê ji ber bahozê herî kêm 12 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan-Li eyaleta Rîo de Janeîro, ji şeva Înê û vir ve ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li bajarokên Petropolîs, Teresopolîs, Santa Crûz da Serra û Arraîal do Cabo bi giştî 8 kes mirin. Her wiha li eyaleta Espîrîto Santo jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî winda ne.

‘Bi hezaran kes bê cih û war mane’

Serokdewletê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva anî ziman ku ji ber bahozê bi hezaran kes bê cih û war mane û got, "Trajediyên bi vî rengî bi guhertina avhewayê re zêde bûne."

Waliyê eyaleta Espîrîto Santo Renato Casagrande anî ziman ku li bajarokê Mîmoso do Sûl ê li bakurê Rîoyê rewşeke 'kaotîk' heye û got, hejmara qurbaniyên vê yekê hînê nehatiye tespîtkirin.

Dîmenê taxên di binê avê de mane ku ji hewayê hate kişandin, asta felaketê radixe pêş çavan. Tîmên rizgarkirinê li binê barana zêde û rîska şemitîna erdê li bajarokê Petropolîsê bênavber kar dikin.