Li Brezîlyayê ava lehiyan dibe ku bi hefteyan zuha nabe

Tê pêşbînîkirin ku li Porto Alegreya Brezîlyayê zuhabûna ava ku ji ber lehiyan çêbûye bi hefteyan bidome.

Navenda Nûçeyan – Eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê di meha Gulanê de şahidî ji barana ku ji ya Londonê zêdetir e û bi sedema lehiyan kir.

Ji ber ku ava gola Guaîba ya li Porto Alegreyê di ser de çû, bi hezaran kes neçar man malên xwe terk bikin. Hişyarî hat kirin ku ava li eyaletê bûye sedema mirina 149 kesan û windabûna 108 kesan ger careke din baran bibare dibe ku hîn zêdetir rabe.

Di dema ku meteorolog û endezyarên Zanîngeha Federal Rio Grande do Sul diyar dikin ku dibe ku heya mehekê asta avê dakeve yan jî zêde bibe, niha 250 hezar xanî bê cereyan in û zêdetirî 136 hezar kes jî nikarin xwe bigihîjînin avê.

Pispor pêşbînî dikin ku asta ava Gola Guaiba dê bi hefteyan hêdî hêdî dakeve, pêvajo dibe ku li gorî hewaya heyî biguhere.