Li Bolîvyayê destdirêjiya rahîban a li dijî zarokan hat protestokirin

Li Bolîvyayê, êrîşên zayendî yên rahîban li dijî zarokan li gelek bajaran bi meşan hat şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Bolîvyayê rojnameya El Pais a Îspanyolî di lêkolîneke xwe ya ku di Nîsana borî de weşand de, derket holê ku rahîb Alfonso Pedrajas li dijî zêdetirî 80 zarokan îstîsmara zayendî kiriye. Li gelek bajarên Bolîvyayê sûcên zayendî yên rahîban li dijî zarokan hatin şermezarkirin.

Li La Paz, Cochabamba û Santa Cruzê meşên ku sûcên zayendî yên rahîbên katolîk ên li dijî zarokan şermezar dikin, hatin lidarxistin û çalakvanan daxwaza edaletê kirin.

Zêdetirî 80 zarok rastî êrîşa zayendî hatin

Di lêkolîna ku ji aliyê rojnameya Îspanyayê El Paisê ve di meha nîsanê de hat weşandin de, derketibû holê ku rahîb Alfonso Pedrajas ji destpêka salên 1970'î ve li Bolîvyayê li dijî zêdetirî 80 zarokan êrîşa zayendî pêk aniye. Rojnameyê xwe gihand rojnivîska dîjîtal a rahîbê ku di sala 2009'an de li Bolîvyayê di 66 saliya xwe de mir. Rahîb di rojnivîska xwe de, dema ku sûcên xwe vedibêje, diyar kiriye ku ji aliyê kesên ji xwe jortir ve hatiye parastin.

Dêr bêdeng ma

Sekretera Giştî ya Konferansa Episkopal a Bolîvyayê (CEB) Giovani Arana, di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de, îtîraf kir ku li cihê "parastin û lênêrîna ku mexdûr heq dikin misoger bikin” bi Dêrek ku êşa wan nabihîse dimîne re rû bi rû ne.”

Nav û dengê Dêra Katolîk ji ber helwesta wî ya li ser sûcdariyên êrîşa zarokan ku li gelek deverên cîhanê kahînan pêk anîn, hejiyabû. Derket holê ku li cîhana Katolîk, ji Şîlî heta Awustralyayê li dijî deh hezar zarokan bûyerên destdirêjiya zayendî qewimîne.