Li Beyrûtê pengava “Nûn ji bo azadiya Ocalan” destpê kir
Femînîst û Aktîvîstên Mafên Mirovan ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afriqayê bi armanca serbestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngava bi navê “Nûn ji bo azadiya Ocalan” kirin.

CAROLINE BAZZI
Beyrût- Femînîst û Aktîvîstên Mafên Mirovan ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Beyrûtê bi civîneke çapemeniyê dest bi însiyatîfa “Nûn ji bo azadiya Ocalan" kirin. Însîyatîfa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, danasîna fikir, têkoşîn û piştgiriya gelên bindest dikin.
“Rêber Abdullah Ocalan doza gelên bindest û mazlûman kir”
Di konferansê de daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: “Em weke jinên aktîvîst û aktor ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hewil didin ku pişgiriyê bidin Rêber Abdullah Ocalan ku di rêza yekemîn a parastina jinan de bû ku 23 sal li ser dîlgirtina wî re ji aliyê rayedarên tirk ve derbas dibe. Rêber Abdullah Ocalan doza gelên bindest û mezlûman kir û parastina jinên herêmê û cîhanê dike da ku mirovatiyê bighêne ewlehiyê. Bi destên Lubnan, Filîstîn, Iraq, Lîbya, Yemen, Misir û Sûdanê, me xetên destpêkê yên însîyatîfa xwe ya ku îro bi saya hemû hewildanan ronî dibine da destpêkirin. Înîsiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan", înîsiyatîfa femînîst e ku bingeha wê komek femînîst û parêzvanên mafên mirovan ên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ne".
“Ji bo jiyanek azad û bi rûmet divê em têbikoşin”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ewê zextê li Rêxistinên Mafên Mirovan, sazî û dezgehên pêwendîdar bikin û gotin: “Însiyatîf li bendê ye ku zextê li Rêxistinên Mafên Mirovan, siyasî yên navdewletî, sazî û dezgehên pêwendîdar bikin da ku bêdengiya xwe li hember vê doza mafdar bişkînin û rola xwe ya ku jêre hatiye dayîn, di parastina mafên mirovan bi giştî pêk bînin, bi taybetî mafên girtiyên siyasî û Rêber Ocalan. Weke komeke fêmînîst û li ser bingeha baweriya me ku maf tê gitin û nayê standin. Em ji vir ji paytexta Lubnanê, Beyrûdê dibêjin ku silav ji hemû gelên serhildêr re û silav ji hemû gelên bindest re. Ji bo xwedîderketina li peyva heqîqetê, avakirina nasname û parastina xwe û hebûnê divê em têbikoşin da ku jiyanek azad û bi rûmet ava bikin.”
“Em bang li CPT dikin ku binpêkirinên ku tên kirin eşkere bikin”
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin û wiha daxuyanî bi dawî bû: "Em bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dikin ku bi lez û bez vê dosyaya ku rasterast pê re eleqedar in, derxînin holê û binpêkirinên ku tên kirin eşkere bikin û li gorî qanûnên navneteweyî û wijdanê mirovî yê azad li ser wan biryar bidin.”