Li Beyrutê jin li dijî tacizê tên hişyarkirin
Li Beyrutê bi hevkariya L'Oréal Paris’in ABAAD bi dirûşma ‘Di qadên giştî rû bi rûbuna tacîzê’ destpêkirina kampanyaya hişmendiyê jin li beramberî tacîzê tên hişyarkirin.
CAROLINE BAZZI
Beyrut – Li Beyrutê bi hevkariya L'Oréal Paris’in ABAAD di bin navê ‘Di qadên giştî rû bi rûbuna tacîzê’ di 1’ê Mijdarê de kampanyaya hişyarîkirinê hate destpêkirin. Wê ev kampanya 5 rojan berdewam bike û wê jin di derbarê li dijî tacîzê de xwe çawa bi parêzin perwerde bên dayîn.
‘Me xwest em hişayariyê çêbikin’
Mia Aoun rêvebera marqeya L'Oréal Paris ya Beyrutê wiha got: “Em piştgiriya jinên bi hêz dikin. L'Oréal Paris dibin diruşma ji be rtu heq dikî li cihên giştî û li kolanan li dijî tcîza zeyendî bisekine me kampanyayek da destpêkirin. Di kurahiya marqeyê de di nava cihên vekirî de mijara tacîzê binirxinin. L'Oreal Paris, di istatistikên Ipsos jin ji çi aciz dibin û bawariya wan çi lê bandor dike lêkolîn hate kirin û encam zanyendî dan diyarkirin. Ji ber vê sedemê armanca me jin deam ku li kolanan rastî tacîzê tên bizanin kijan gavan bi avêjin me kampanya hişyarkirinê da destpêkirin.”
‘Hêjmarek zêde ya maxdûrên tacîzê hene’
Dalal Hoballah di derbarê bejdarbûna kampanya hişyariyê de wiha got: “Mijara tacîzê giringe û her roj gelek zarokên keç rastî tacîzê tên hene. Li vêderê emê çawa bikarin di zarokên keç de hişmendiyek çawa were avakirin û xwe bi parêzin û di heman demê de şahidên ku zarokên keç yên rastî tacîzê tên emê çawan bi wan re bibin alîkar hîşyar bikin.”
Zainab Tueni di derbarê armanca hevkariya ABAAD'ın L'Oreal de wiha got: “ Armanca vê hevkariyê li cihên vekiri de gel li beramberî tacîzê hişyarîkirine. İstatîstikên herî dawî rêjeya tacîzê gelek zêdeye û di holê te tîştek nayê dîtin. me xwedt em di vê mijarê de hişyarî bikin. têgeha tacîzê ne nete. Ji ber vê tacîz çiye cûrên wê û şeklên wê çawane û dema ku em rastê hatin em çawa rû bi rû bibin emê çawa mudexeleyî vê yekê bikin giringe em bizanin. Tacîz mahrema kesan îhlal dike.”
‘Belavbûna perwerdêyê giringe’
Rîna Shaibani ku bejdarî kampanyayê bûye wiha got: “Emê bi vê perwerdeya xwe di malperên civakî de bi parvekirinan were belavkirin wê mirov hîn zêdetir were hişyarkirin.”
‘Divê em bi hêz bin’
Tracy Rahma ya ku bejdarî kampanyayê bûye wiha got: “Dema jin û zarokên keç li cihên ji gel re vekirî rastî tacîzê werin divê neveşêrin. Divê bi hêz vê yekê binîn ziman. Dema ez rastî tacîzê hatim ezê binîm ziman, ezê ew jin û zarokên keç yên rastî tacîzê tên bi parêzim.”
‘Ez rastî tacizê hatim û êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakim’
Jina ciwan Tina Rahma ku bejarî çalakiyên hişyarîkiriê bûye wiha got: “Tacîz ew kesê ku tacîz dike meyzekirina jinek yan di jinek di kolê de derbaz bibe û gotinên biçukxistinê jêre bike ye. Di kolê de ez ji aliyê merêkê ve rastî tacizê hatim, ji bo ew mêrê ku bi şuphe berê xwe dayî min endîşe bûn, ji be rli kolanê tenê bûm min dest bi revê kir. ji ber min xwe di ewlehiyê de hîs nedikir.”