Li Bexdayê rola jinan a di pêvajoyên aştî û ewlehiyê de hate nîqaş kirin
Tîma Jinên Neteweyî ya Iraqê, derbarê Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku mijarên jin, aştî û ewlehiyê digre dest, civînek hişyariyê lidarxist. Di rûniştinê de xurtkirina lîdertiya jinan hate destgirtin.
RACA HAMID REŞÎD
Bexda – Tîma Jinên Neteweyî ya Iraqê, di çarçoveya Bernameya Bihêzkirina Jinan a Beşdariya Siyasî û Avakirina Aştiyê de, bi hevkariya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Iraqê, der barê Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jinan, Aştî û Ewlehiyê de civînek hişyariyê li dar xist. Civîn, duh li Navenda Mafên Mirovan a Neteweyî li Bexdayê hate lidarxistin.
Ji çalakiya ku pêşkêşvaniya wê ji aliyê nûnera Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Iraqê Nesrîn Ebdulalî ve hate kirin re, endamên Tîma Jinên Neteweyî, nûnerên saziyên giştî û çalakvanên rêxistinên civaka sivîl beşdarbûn.
Di rûniştinê de xalên sereke yên Biryara 1325’an ên di Cotmeha 2000’an de hate pejirandin, hate nîqaş kirin. Hate destnîşankirin ku biryar li ser bingeha belgeyên navneteweyî yên wekî Peymana CEDAW û Platforma Çalakiyê ya Pekînê ya ku armanc dike pêşîgirtina li cudakariya li dijî jinan, yekem belgeya fermî ya Konseya Ewlehiyê ya bandora şerê çekdarî ya li ser jin û keçan nas dike. Armanca biryarê ew e ku beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de zêde bike, rolên wan ên di pêşîgirtina li pevçûnan de xurt bike û mafên wan di dema û piştî pevçûnan de biparêze.
Plana Çalakiya Neteweyî ya Yekem (2014-2019): Heyama mudaxeleya awarte
Nesrîn Ebdulalî, diyar kir Iraq li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê welatê yekeme ku ji bo bicîhanîna biryara 1325 plana çalakiyê ya neteweyî amade kir û destnîşan kir ku plana yekem li ser bersiva mirovî ya lezgîn a ji ber êrîşên DAIŞ’ê disekne.
Nesrîn Ebdulalî, da zanîn beşdariya jinan ne tenê li ser temsîliyeta hejmarî ye, girîngiya beşdariya wan a çalak a di pêvajoyên biryardanê yên di warên siyasî û ewlehiyê de û balkişand ser danûstandinên aştiyê. Nesrîn Ebdulalî, diyar kir li gorî Makezagona Iraqê, di parlementoyê de ji jinan re kotayek ji sedî 25 temsîl tê peyda kirin.
Plana Çalakiya Neteweyî ya Duyem (2021-2024): Heyama başbûn û ji nû ve avakirinê
Nesrîn Ebdulalî, da zanîn plana çalakiyê ya neteweyî ya duyemîn li ser başbûn û ji nû ve avakirinê ya li deverên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin e. Ev yek di nav civakê de ji nû ve entegrekirina jinên koçber û yên ji tundiyê rizgar bûne, dabînkirina piştgiriya derûnî, tezmînat û derfetên kar vedihewîne. Nesrîn Ebdulalî, bal işand ser girîngiya Qanûna Jinên Êzidî yên Rizgarbûyî ku di sala 2021’an de hatiye derxistin û got: “Pêwîstiya xurtkirina saziyên ku armanca wan parastina jinan, şerê li dijî tundiya nav malê û piştgiriya aştiya civakî ye û bi taybetî li dijî şantajên elektronîkî, sîberzorî û kampanyayên reşkirinê yên ku namzetên jin hedef digrin, misogerkirina ewlehiya dîjîtal gelek girîng e.”
Plana Çalakiya Neteweyî ya Sêyemîn (2025-2030): Heyama bihêzkirin û entegrasyona sazûmanî
Nesrîn Ebdulalî, da zanîn plana çalakiyê ya neteweyî ya sêyemîn a serdema 2025-2030’an vedihewîne, armanc dike ku prensîbên jin, aştî û ewlehiyê, di polîtîkayên saziyên giştî û budçeyên dewletê de entegre bike. Nesrîn Ebdulalî, balkişand ser girîngiya ewlehiya dîjîtal û ewlehiya avhewayê û tekez kir ku divê jin di pêvajoyên dîtina çareseriyan a ji bo krîzên jîngehê yên wekî ziwabûn û kêmbûna avê de rolek çalak bigirin.
Nesrîn Ebdulalî, diyar kir ku divê di salên pêş de li ser du warên sereke bê seknandin:
*Ewlehî û aştîya dîjîtal: Parastina jinan, çalakvan û aktorên siyasî ya ji şantajên elektronîkî, sîberzorî û êrîşên dîjîtal; misogerkirina beşdariya wan a ewle û azad di qada dîjîtal de.
*Ewlekariya avhewa û jîngehê: Têkoşîna li dijî kêmbûna avê, hişkesaliyê û koçberiya têkildarî avhewayê û di rêvebirina çavkaniyên xwezayî û di hewildanên adaptekirina guherîna avhewayê de, piştgiriya jinên ku li deverên gundan dijîn.
Rûniştin bi nirxandin û nîqaşên ku beşdaran ezmûnên xwe yên kesane, pîşeyî û akademîk parve kirin, bi dawî bû. Beşdaran, li ser zêdekirina beşdariya jinên Iraqê ya di pêvajoyên biryardanê de, xurtkirina rolên wan di avakirina aştiyê de û piştgirîkirina beşdariyên wan di ewlehî û aramiya welat de axivîn.