Li Bexdayê konfrasne Kurdên Feyîlî û Êzidiyan

Li Bexda konferansa Kurdên Feylî û Êzidiyan bi diruşma “Berbi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê” hat lidarxistin. Konferansa jinên Êzidî û Feyîlî bi cilên xwe yên resen tevlîbûne bi axaftinan dewam dike

Bexda - Yekem car li ser asta Îraqê Kurdên Feylî û Êzidî di konfransekê de li hev dicivin.  Ev konfrans di pêvajiyek ku di Îraqê de netew û olên cuda tên binpêkirin de xwedî wate û peyamek girînge. Li Hola Otel a Bexdayê konferansa Êzidî û Feyliyan bi şîara “Ber bi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê” destpê kir. Di konfransê de Kurdên Faylî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidyan (PADÊ) û Jinên Feylî amadene. Jin bi cil û bergên xwe yên resen tevlî konfransê bûn. Konfrans bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Pişra ji aliyê Kurdên Faylî ve xêrhatina bejdaran hat kirin. Hejmarek rêxistin, saziyên navneteweyî û Êzidî yên li Ewropa, Rûsya û parlamenterên Yekîtiya Ewropa bi riya online peyamên xwe şandin konferansê.
Wê di konferansê de 2 panel werin lidarxistin. Panela yekem ji aliyê Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ve were rêveberin ku têde sê mijarên bi navê dîroka Kurdên faylî ya kevin, heta 2003’yan, dîroka Êzidî ya heta 2003’yan û mijara sêyemîn jî di çarçoveya civaka Iraqê de jinên Êzidî û Faylî werin dest girtin.
Panela duyemîn, li ser piştî rûxîna rejîma Baas heta niha rewşa Êzidî û Faylîiyan li gel ezmûna Êzidiyan ên di xwerêveberinê de çareserî û pêşniyarên ji bo dosya Faylî û Êzidiyan li gel di Iraqa nû de têgihîştina neteweya demokratîk pêk tê.
Di konfrasê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Eniya Faylî û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) axaftin hatin kirin. Li ser navê TAJÊ Suham Şengalî axivî.
“Têkoşîna Dayê Gulê û Cîlan a li hemberî DAIŞ’ê ji bo me mînake”
 Suham Şengalê di destpêka axaftina xwe de konfrans li Êzdiyan û Kurdên Feylî pîroz kir û wiha got: “Civaka me bi sedê salan ru bi ruyê gelekî qirkirinê hatine. Bi taybet em weke jinên Êzidî me gelek êş kişandiye, lê bi qasî îşa me kişandiye ewqas jî keseyetên berxwedêr û wêrek derketine pêşe. Di êrîşa DAİŞ’ê ya dawî de di keseyata dayê Gulê û Cîlan de dîorka jinên Êzidî yên berxwedêr ji nû de derket. Piştî fermana 2014’an jinên Êzidî li ser fikira Rêber Apo xwe perwerde kir û li peye azadiya xwe baziye.” 
Suham Şengalê di dawiya axaftina xwe de ev konfrans pîroz kir û wiha dom kir: “Bi yekîtî û tekoşîna jinên Êzidî emê jiyanek azad, wekhev û edelat birêve bibin. Em jî weke jinên Êzidî soz didin heya em azadiya xwe û civaka xwe bidest nexin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li her kesî dikin ku destê xwe bikin destê me de da ku em bi hev re zarok û jinên Êzidî ji destê hêzên tarî rizgar bikin.” 
“Divê Hikumeta Iraqê dosya Feylî weke jenosîd binase”
Li ser navê jinên Feylî jî Nîbraz Ehmed axivî. Nîbraz Ehmed bal kişand ser komkujiyên ji dîrokê heta niha bi ser jinên Feylî de hatine û wiha domand: “Divê li ser dosyaya Feylî kar were kirin û ji bo bi destxistina mafê jinên feylî û hemû pêkhateyên Feylî xebatek hevbeş bê kirin. Divê Hikumeta Iraqê dosya Feylî weke jenosîd binase.”
Konfrasn bi axaftinan dewam dike.