Li Bexdayê jinan got: Emê bi hêz beşdarî hilbijartinan bibin

Aktîvîstên Îraqî yên beşdarî Civîna Diyalogê ya Navenda Agahdariyê ya li Bexdayê bûn, destnîşan kirin ku pêwîst e beşdariya jinan a li pêvajoyên hilbijartinan, bê xurtkirin.

NÛR EL-MERSÛMÎ

Bexda – Navenda Agahdariyê li Bexdayê Civîna Diyalogê lidar xist. Çalakvanên jin ên civaka sivîl û namzetên hilbijartinên pêş, beşdarî civînê bûn. Civîn, bi armanca bihêzkirina jinan a di cihên biryardayînê de pêk hat. Her wiha bi rêya civînê tê xwestin rola jinan bi riya serarastkirina zagonan û zêdekirina hişmendiya siyasî bê bilindkirin.

Beraa Mehmêd el-Erkî ku endama Koordînasyona Projeya “Jin ji bo Demokrasiyê” ya li Navenda Agahdariyê ya Lêkolîn û Geşepêdanê ye, derbarê mijarê de axivî. Beraa diyar kir ku armanca rûniştina wan, beşdariya jinan a li hilbijartinên pêşerojê ya di navbera modernîzasyon û dijwariyan de ye. Beraa wiha got: “Her wiha em armanc dikin ku jinan ji aliyê siyasî ve jî bihêz bikin. Me bal kişand ser nûvekirina karta hilbijartinê û em hêvî dikin ku jin cihê xwe bigirin û ne tenê hejmarek bin, dengê jinan jî temsîl bikin.”

‘Beşdariya jinan a li pêvajoyên hilbijartinê pêwîst e’

Parazvana mafên mirovan Rûaa Xelef jî armancên civînê bi van gotinan anî ziman: “Em dixwazin jinan di karûbarên siyasî û cureyên beşdariya siyasî de beşdar bikin. Ev pêvajo bi dayîna karta biyometrîk dest pê dike û bi beşdariya di nav partiyan de bi dawî dibe. Sponsoriya vê rûniştina me, ji aliyê çend rêxistinan ve hatiye kirin. Di nav wan de Navenda Agahdariyê ya Perwerde û Geşepêdanê jî heye. Ev ji bo teşwîqkirina jinan a ji bo biryara beşdarbûna siyasî gavên girîng in.”

‘Hebûna me biryara me ye’

Endezyar û Şêwirmenda Wezareta Pîşesaziyê Sirûr Cefer El-Xefacî jî bal kişand ser hebûna jinan û got: "Wek jin, hebûna me biryara me ye ku em beşdarî hilbijartinên pêş de bibin û rola jinan di pêvajoya siyasî de fêr bibin."

‘Divê beşdariya jinan di siyasetê de xurtir be’

Karmenda Wezareta Pîşesazî Beseme Ehmed El-Cebûrî bi gotinên “Hebûna min di vê rûniştinê de ji bo piştgiriya rola jinan di hilbijartinan de, zêdekirina zanîna min û parvekirina raya xwe ye” dest bi axaftina xwe kir. Beseme Ehmed El-Cebûrî wiha axivî: “Rola jinan di parlementoyê de bi tevahî hatiye paşguhkirin û ger hebûna wan hebe jî, ew tenê ji sedî 25 in. Ji ber vê divê em zanîna xwe baştir bikin û piştgiriya xwe ji bo jinan di hilbijartinan de zêde bikin."

‘Jin hewceyî piştevaniyê ne’

Endama Lîga Jinên Îraqê Întîsar El-Meyalî diyar kir ku jinên ku di rêxistinên civaka sivîl de dixebitin, xwedî hişmendiyeke siyasî ne û di hişyarkirina civak û jinan de li ser mafên wan ên beşdarbûna di qada siyasî de beşdar dibin. Întîsar El-Meyalî balkişand ser rola jinê û wiha pê da çû: “Jin xwedî mafê beşdarbûna di qada siyasî de ne. Ji ber girîngiya wan a di pêkanîna edaletê û avakirina civatek siyasî ya hevseng de. Divê jin ji bo bi awayekî rast di qada siyasî de beşdar bibin, bên teşwîqkirin. Jinên Îraqî li gor şiyan û potansiyela xwe amade ne ku beşdarî siyasetê bibin. Lê tiştê ku ew hewce ne, qebûlkirina van jinan wek hevkarên çalak di pêvajoya siyasî de ye.”