Li Bexdayê jin li dijî Qanûna Rewşa Kesî daketin qadan
Li Bexdayê jinan li dijî erêkirina guhertina Qanûna Rewşa Kesî ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hat kirin, xwepêşandan lidarxistin û nerazîbûn nîşandan.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250201-823x463cc-kadnlardan-eylem-jpgb49f3a-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Di 21’ê Çileyê de Parlamentoya Iraqê projeyasaya guhertina Qanûna Rewşa Kesî ya Iraqê ya bi hejmara 188 ya 1959’an, tevî bertek û nerazîbûnan li gel du qanûnên din erê kir. Vê yekê rê li ber nerazîbûn û bertekên tund ên navxweyî û derveyî vekir.
Di heman çarçoveyê de îro bi pêşengtiya Hevpeymaniya 188, bi beşdarbûna dehan jin û çalakvanan, li Bexda ya paytexta Iraqê, li dijî erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, xwepêşandan hate lidarxistin.
Xwepêşanderan bi pankartên ‘Qanûnê qebûl nakin’ û ‘Guhertina Qanûna Rewşa Kesî li ser bingeha mezhebperestiya nijadî bû’ nivîsandî hildan û diyarkirin ku guhertina vê qanûnê red dikin.