Li Bexdayê du xwişk ji întîharê hatin rizgar kirin
Li Îraqê du xişkên hewildan întîhar bikin li ser pira jadiriye ya li Bexdayê ji aliyê polîsên çem hatin rizgarkirin.
XUFRAN EL-RADÎ
Bexda - Bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan teyîbetî jî mirinên biguman an jî întîhar li gelek devaran rûdidin. Li Îraqê jî du xwişkên hev hewl dane li ser pira jadiriyê întîhar bikin lê ew ji aliyê polîsên çem ve hatine rizgarkirin. Hat hînbûn ku rewşa her dû xwişkan niha başe, ew li cihekî bi ewlene hatine bicîh kirin û hemû pêwîstiyên wan tên dabînkirin.
“Du xwişkan ji ber pirsgirêkên malbatî hewildan dawî li jiyana xwe bînin”
Çavkaniyek nexwest navê xwe aşkere bike têkildarî mijarê ev tişt got: "Her dû keçên ciwan ku xwestin întîhar bikin xwişkên hevin ji Bexdayê ne û temenên wan 20 sal derbas nake. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên malbatî hiştiye her dû xwişk berê xwe bidin întîharê." Her wiha heman çavkaniyê balkişand ser wê yekê ku cihên pêwendîdar di wezareta navxweyî de dê bi erkên xwe rabin û sedema ku hiştiye her dû keç berê xwe bidin întîharê zelal bikin, ji bo jinên ciwan ku carek din înîharê weke çareseriya pirsgirêkan nebînin û berê xwe nedin întîharê.
“Li ber çavê min her du yan li du hev xwe di pirê de avêtin”
Şahidek ku li cihê bûyerê hazir bû, hûrgiliyên bûyerê ji ajansa me re wiha anî ziman: "Ez nêzî cihê ku her dû keç lê sekinî bûn dimeşiyam, min rewşa wan a nebaş hîskir û min fikir kir ku pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Dema ku ez hinekî nêzî wan bûm keçekê ji wan xwe ji ser pirê de avête û li dû wê jî keça din xwe avêt, piştî vê yekê gelek kes kom bûn û polîsên çem ew ji mirinê rizgar kirin."
"Zagon li beramberî êşên jinan lawaz dimîne"
Siyasetmedar û çalakvana mafên jinan Rêzan Şêx Dilêr ji ajansa me re wiha qala bûyerê kir: "jin li Îraqê di bin zextên mezin yên derûnî û civakî de dijîn. Ev zext jî piranî ji ber adet û teqalîdên kevneşopî û rewşên eşîrî dibin. Ji ber lawaziya qanûnan têkildarî mijara jinan ev bûyer diqewimin. Ev şert û merc jinan ber bi bêçeretiyê ve dibe, ji ber wê jî gelek jin berê xwe didin întîharê. Zagon li beramberî êşên ku jin pêre rû bi rû dimînin lawaze. Derxistina zagona tundiya nava malbatê garantiya yekeme ku malbat, jin û zarok bikarin jiyaneke hevseng bijîn."
Rêzan Şêx Delîr di dawiya axaftinên xwe de bang li jinan kir ku ji fikra întîhar û xwekuştinê dûr bikevin û rêka daxwaza mafên xwe yê rewa bidomînin.
Bûyera ku bi her dû keçên ciwan re qewimiyî li ser malperên tora civakî hat belavkirin û mijar bû mijara parêzvaniya mafê jinan, neheqiya ku li jinan tê kirin û êşên ku jin dikşînin ku ev dibe sedem jin berê xwe bidin întîharê. Tevî ku hûrgiliyên bûyerê tam ne zelalin lê tundiya navmalbatî weke sedemeke esasî hate dîtin ku bû sedema her dû keçên ciwan berê xwe bidin întîharê.