Li Bexdayê di nava 24 saetan de 3 keçên ciwan întîhar kirin

Di 24 saetên borî de sê keçên ciwan ji navçeyên cuda yên paytexta Îraqê Bexdayê ji ber sedemên nediyar întîhar kirin. Çalakvanên jin daxwaz kirin ku sedema intihara jinên ciwan bê zelalkirin û sûcdar bê ceza kirin.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda- Dezgehên taybet ên hikûmetê li Iraqê ragihandin ku di 24 saetên borî de sê keçên ciwan ji navçeyên cuda yên paytexta Îraqê Bexdayê ji ber sedemên nediyar întîhar kirin. Dema nûçeya întîhara her sê keçên ciwan li ser medyaya civakî hat belav kirin, dengê çalakvanên mafên mirovan û mafên jinan bilind bû. Kesayetiyên femînîst hişyarî dan li ser tundiya ku jin rast tên û dibe sedema întîharê, nemaze bi lawazbûna qanûnê û kontrolkirina dê û bavan.
Çavkaniyekî taybet ji Wezareta Navxwe ya Iraqê ji ajansa me re diyar kir ku her sê keçên ciwan ku întîhar kirine temenê wan di navbera 15-20 salî de ye û wiha lê zêde kir :"Yek ji wan temenê wê 16 salî ye di bin zextên giran ên malbatê de jiyaye û malbata wê nehiştiye xwendina xwe ya navîn biqedîne, ev yek bûye sedema întîharê. Lêpirsîn hêj berdewam in û em li sedemê întîhara wan digerin."
"Mexdûr ji aliyê birayê xwe ve rastî tundiya fîzîkî dihat"
Çavkaniyek nêzî yek ji keçên ciwan ên întîhar kirî wiha got: "Di bin zextên mezin ên derûnî û malbatî de dijiya, bi mehan ji aliyê birayên xwe ve rastî tundiyê dihat." Her wiha çavkanî diyar kir ku mexdûrê xeyal dikir ku bibe mamosteya matematîkê, ji ber ku di xwendina  matematîk de pir serkeftî bû û wiha li gotinê xwe zêde kir: "Peyama dawî ku ji mexdûrê gihişte min têde behsa zilma yek ji birayên xwe dikir, ku ji ber xwesteka wê ya vegera li dibistanê, birayê wê şideta fîzîkî lê dikir û şopa lêdanê li ser rûyê wê çêkiribû." 
"Di hilbijartina hûrguliyên jiyana gelek jinan de destwerdana civakî heye"
Çalakvana mafê jinan Buşra El-obeydî diyar kir ku ew ji tundutujiya li dijî jinan û tayîbetî jî keçên ciwan pir xemgîne û wiha anî ziman: "Danûstandinên civakê bi awayekî giştî bi jinan re sînordarkirîne û em kêm caran jinên ku di hilbijartina hûrguliyên jiyana xwe ya xwezayî de azadin, dibînin. Ji ber ku di hilbijartina cureyên kar, xwendinê û awayê zewcê de jî destwerdana malbatî, civak, adet û kevneşopiyan heye.” 
"Gelek bûyerên întîharê di rastiyê de cînayet in"
Buşra El-Obeydî destnîşan kir ku hin bûyerên întîharê di rastiyê de cînayet in ku vediguherin bûyerên întîharê da ku kujer ji ceza negire û wiha got: "Hindek sûc hene ku tê de jin dibin mexdûr û sûc vedughere întîharê, weke ku di bûyera bi jina ciwan Tayba Mihemed re qewimî û ji derveyî vê bûyerê gelek bûyerên din jî hene ku li ser jinan pêkhatine. Ji ber vê yekê em ji dazgehên taybet û cihên pêwendîdar daxwaz dikin ku lêpirsîn û lêkolînan berfirehtir bikin û ceza mûhasebe bikin. Her wiha heger bûyerên kuştinê qewimîbin tewanbar were girtin û cezakirin.”
Çalakvan Buşra El-Obeydî di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina jinan ji tundiya domdar banga derxistina yasaya tundiya nav malê ji parlamantoyê kir.