Li Beşîktaşê Platforma Demokrasiyê tê avakirin

Yekitiya ji bo Demokrasiyê ji bo li dijî qeyrana aborî û bihayan daxwaza gel ragihîne dê her roja pêncşema duyemîn a mehê li Beşîktaşê Platforma Demokrasiyê ava bike.

Stenbol - Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) li dijî bihabûna li Beşîktaşê li ber Peykerê Teyr ê Platforma Demokrasiyê ava kir. Li Platforma Demokrasiyê ya Endamên DÎB'ê, jinên li malê dixebitin û gelek welatî tevli bûn de, Hevberdevka DÎP'ê Ayşegul Devecîoglu diyar kir ku ew ê her roja pêncşema duyemîn a mehê li dijî zêdekirina madeyên bingehîn, fatûreyên ceyran û gaza xwezayî Platforma Demokrasiyê ava bikin. Welatiyên beşdarî Platformê bûn axivîn û behsa zehmetiyên ku dikşînin kirin. 
"Mirov bi birçîbûn û xizaniyê tên ceribandin" 
Piştî axaftinên welatiyan Ayşegul Devecîoglu û endamê DÎB’ê Mert Buyukkarabacak metna hevpar a daxuyaniyê xwendin. Ayşegul Devecîoglu diyar kir ku kedkar, jin û ciwanên ku hemû barê welat hildigirin ser xwe û di bin şert û mercên pandemî de jî heta mirinê tên xebitandin, bi birçîbûn û feqîriyê tên ceribandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Belê, ev qeyran ne qeyrana sermayeyê ye. Tirkiye li ser kaxezê mezin dibe; qezencên banka û şîrketan bi berdewamî rekor dişkînin her wiha hesabên dolarî yên xuyanî ku ji nêzî 360 hezar hesaban pêk tê, her ku diçe zêde dibin. Lê em baş dizanin ku em hemû ne di heman keştiyê de ne û em qet nebûn jî. Bi mezinbûna aboriyê re birçîbûn û belengazî careke din dikeve para milyonan. Yên ku bi berdala canê xwe çerxan zivirînin, yên ku ji bo sparîşa xaniyan beriya ku sar bibe bigihîjînin, jiyana xwe danîn rastê, bêyî ku bizanin dawiya roja din çawa bînin ketin nava hilweşandinek.”
Daxwazên gel
Di daxuyaniyê de bi gotina "enflasyona ku ji kontrolê derket" bal hat kişandin ser girîngiya avakirina demokrasiyeke ku ji aliyê saziyên gel ên mezin ve bê xurtkirin. Di heman demê de daxwazên gel wiha hatin rêzkirin: 
* Divê di şert û mercên enflasyoneke zêde de, 3 mehan carekê mûçeya asgarî bê diyarkirin û pêşiya karkerên ku ji ber lêçûnên jiyanê perçiqînin bê girtin.
* Divê mehaneya teqawidiyê herî kêm di asta mûçeya asgarî de bê bilindkirin.
* Divê hemû biha bi taybetî jî bihayên elektrik û gaza xwezayî ya bêbawer, paşve bên girtin; xizmetên bingehîn ên wekî elektrîk, av û gaza xwezayî di çarçoveya kotayeke diyar de bêpere ji gel re bên dayîn. Divê karûbarên bingehîn ên jiyanê nayên bazirganîkirin. Divê hemû şîrketên ku di warê xizmetên bingehîn de kar dikin, bi taybetî jî şîrketên belavkirina elektrîkê bên gelemperîkirin.
* Divê hemû pêkanîn û helwestên li dijî qanûna bingehîn ên ku rê li ber rêxistinbûn û bidestxistina mafên karkeran asteng dibe, bên bidawîkirin û ji bo xebatên demokratîk li kargehan pêk werin tedbîrên pêwîst bên girtin. Karker ne koleyên xwediyên sermayeyê ne, rawestandina mafên hemwelatîbûna kedkaran nayê qebûlkirin, karkerên li mafên xwe digerin nikarin ji kar bên avêtin.