Li berpesarê çiyayê Afganistanê çalakî: Talîban dijminê jina ne
Tevgera Edaletê ya Jinan ji çiyayên Afganistanê banga protestokirina dûrxistina zarokên keç ji dibistanê kirin.
Navenda Nûçeyan - Piştî Talîban rêveberiya Afganîstanê desteser kir hewilda gav bi gav rengê jinan ji nava jiyanê derxe û wan hepsî malê bike. Herî dawî jî dibistanên zarokên keç lê dixwînin girtin û zarok şandin malên wan. Li hemberî van hewildanên wan ên nexwendina zarokên keç bertek berdewam dikin.
Li hemberî qedexekirina dibistanên zarokên keç bertekek din ji Tevgera Edaletê ya Jinan a Afganistanê hat. Jinên Afgan li berpesarê çiyayên Kabîla paytexta Afganistanê bi daxwaza mafê perwerdeya zarokên keç kirinên Talîbanê protesto kirin. Jinên ku pankartên bi nivîsên "Bila keç bixwînin", "Mafê perwerdeyê nayê astengkirin", "Talîban dijminê perwerdeyê ye" û "Talîban dijminê jinê ye" hilgirtin, anîn ziman ku Talîban bi zanebûn perwerdeya jinan qedexe dike, ji ber ku ji perwerdeya jinan ditirsin.
"Talîban nikare mafên me ji destê me bigire"
Daxuyaniya Tevgera Jinên Edaletê ya Afganistanê wiha ye; “Em jinên Afganî careke din dibêjin; jinên Afganî bi axaftinên zayendperestî û cudakariyên di bin navê ol û ser girtinê de ji mafê xwe yê perwerdehiyê nayên bêparhiştin. Ji zanistê nikarin bên bêparkirin. Em vêya qebûl nakin. Talîbanan bi dehan jinên çalakvan qetil kirin. Xwestin bi wan qetilkirinan me bitirsînin, em mafê xwe yê perwerdê dixwazin. Em dev ji azadiya xwe ya xwendin, xebat û beşdariya jiyanê bernadin. Talîban nikare mafê me ji destê me bigire.”