Li ber pesarê Katoyê agirê ewil ê Newrozê Dayikên Aştiyê hilkirin
Agirê ewilî yê Newroza 2022’an li Elkê bi beşdariya bi sedan kesî hat pêxistin.
Şırnak - Agirê ewilî yê Newroza 2022’yan li navçeya Elkê ya Şirnexê ya li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê hat pêxistin.Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin. Nûnerên partî û hêzên demokrasiyê yên di nava Xebatên Tifaqa Kurdistanî yên bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cih digrin, li Elkê hatin cem hev. Welatî ji gelek bajaran beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gelê ku li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê hatin cem hev, bi girseyî heta qada navçeyê meşiyan. Dema di tevahiya meşê de dirûşma "Bijî Newroz" hat avêtin, gel di qadê de strannên Newrozê gotin.
“Em li dilê Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin”
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay ya di çalakiyê de axivî, diyar kir ku wan starta pîrozbahiya Newrozê dane û got: “Em îro li dilê Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin. Kurd li her derê agirê Newrozê vêdixin. Agirê ewil îro em li qûntara Çiyayê Katoyê vêdixin. Kurdan seranserî dîrokê Newrozê bi berxwedanê pêşwazî kir. Cejna Biharê ya Newrozê li hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd pîroz be.”
“Em ê aştiyê bînin vê xakê”
Ebru Gunay diyar kir ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de Newrozê bi berxwedanê pêşwazî kirine.
Kurdan seranserî dîrokê Newrozê bi berxwedanê pêşwazî kir. Îsal sala serkeftinê azadiyê ye. Newroz newroza serkeftinê û azadiyê ye. Gelê Kurd wê vê nîşan bide.
Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî berxwedana xwe mezin dikin. Yên ku dixwazin me ji hev veqetînin, îro helwesta me Newroz e. Nekevin nav tu hesabên şaş. Gelê kurd yekîtiyê, aştî û azadiyê dixwaze. Ew dewletên ku yekîtiya gelê Kurd naxwazin, azadiya wî naxwazin, gelan li dijî hev dixin. Hikûmeta AKP’ê ya MHP’ê hemû faşîzma xwe bi înkarkirina Kurdan, bi dijmin îlankirina gelê Kurd pêk tîne. Em ê Rêya Sêyemîn pêk bînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê ji bo azadiya gelê Kurd demokrasî û aştiyê bînin van xakan.”
"Nameya 2013'an binêrin"
Ebru Gunay ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da û wiha axivî: “Bi tunehesibandinê û Înkarê çareserî li vî welatî çênabe. Çareserî li Girava Îmraliyê li cem birêz Ocalan e. Yên ku behsa çareseriyê dikin bila li nameya birêz Ocalan a di Newroza 2013’an binêrin. Bila guh bidin nêrînên birêz Öcalan, bi rûniştina li ser masê dikarin demokrasiyê bînin. Çareserî li cem birêz Ocalan û di têkoşîna gelan a bi hev re de ye. “
“Em vî agirê ji bo yekîtiyê pêdixin”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî wiha axivî: “Gelê Botanê berdêlên giran dan. Agirê ku îro li vir bê pêxistin wê hemû faşîzm, tarîtî û qedexeyan veguherîne ronahiyê. Agirê ku li vir bê pêxistin wê azadî û aştiyeke bi rûmet bîne. Tevî hemû qedexeyan jî gelê Kurd tê li gel hev. Îro roja yekîtiyê ye, îro em vî agirê yekîtiyê pêdixin. Em bi berxwedana gelê Botanê agirê azadiyê pêdixin.”
“Tekane çareserî birêz Ocalan e”
Salîha Aydenîz diyar kirin ku wan bi berxwedana jinan li qadên 8'ê Adarê starta Newrozê dan, anî ziman ku ew ê her roj bi ruhê Nerwozê li qadan bin.
Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê didome û wiha got, “Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, li her hucreya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Tecrîdê îktidara AKP-MHP’ê anî asta têkbirinê. Tekane çareserî birêz Ocalan e. Heta birêz Ocalan azad bibe em ê li her deverî têbikoşin. Azadiya jinan, gelê Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Em ê Newroza îsal bikin newroza azadiya gelê kurd û birêz Ocalan.”
Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di axaftina xwe de Newroza gel pîroz kir.
Piştî daxuyaniyan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin. Sedan kesên ku li dora agirê Newrozê bi def û zirnê govend gerandin, dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî berxwedana Newrozê" berz kirin.