Li Belûcistanê qirkirina xwezayê dibe sedema têkçûna ekosîstemê

Di navbera hişkesalî û qeyrana ekolojîk de, birîna darên kizwanan ên li Pîrsûran Şûrûya Belûcistanê xetereya erozyon û xizanbûna axê zêde dike. Gel daxwaza tedbîrên lezgîn dike.

Navenda Nûçeyan –Raporên herêmî yên ji Zahedana Belûcistanê hatine, nîşan didin ku kesên nenas li herêma Pîrsûran Şûrûyê ya navçeya Kûrîn a bajêr hejmarek darên “El-Ban” (Kezwan) ên herêmî birîne. Rapor radighînin ku ev yek fikaran li ser wêrankirina nebata xwezayî û zêdekirina zirara jîngehê ya li herêmê zêde dike.

Birîna darên xwecihî dê bandorên berfireh bi xwe re bîne

Her wiha raporên herêmî destnîşan dikin ku ev dar vê dawiyê ji ber pêlên hişkesaliyê yên li pey hev û kêmbûna girîng a nebatan ku herêm di salên dawî de dîtiye, hatine birîn.

Birîna darên xwecihî bi awayekî berdewam dê bibe sedema erozyona axê, kêmbûna biyolojîkî û zirara demdirêj a zêdetir li ekosîstema herêmê.

Divê tedbîrên cidî û pêwîst bên girtin

Welatiyan xwestin ku birîna daristanan a berdewam were rawestandin û ji bo parastina çavkaniyên xwezayî û nebatan ên herêmê, tedbîrên cidî werin girtin.