Li Belûcistanê çalakiyên roja Înê berdewam dikin

Serhildana gel a ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di meha xwe ya 7’emîn de berdewam dike, gelê Belûc îro jî wek her roja Înê, Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Serhildana gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û bi pêşengiya jinan li dora dirûşma “Jin jiyan azadî” li hev civiyan, di meha xwe ya 7’emîn de berdewam dike.

Her roja înê çalakî tên lidarxistin

Li bajarên girêdayî parêzgeha Sîstan Belûcistanê piştî nimêja înê çalakî hatin lidarxistin. Gelê ku tevî zextên tund ên rejîma Îranê yên di bin navê “tedbîrên ewlekariyê” de jî derdikevin kolanan, diyar kiribûn ku hikûmeta Komara Îslamî wê hilweşe.

Li Khask, Rûsk, Zahîdan û bajarên din ên Belûcistanê bi hezaran kes daketin qadan û bi qîrîna dirûşmên "Ev peyama dawî ye. Hemû sîstem hedefa me ye. Kî birayê min kuşt ez ê jî bikujim" ragihandin ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.