Li Belucîstanê çalakiya fedaî
Mamoste Shari Baloch a 30 salî ya bi nasnavê 'Barmash' tê nasîn li Belucîstanê li dijî dagirkeran çalakiya fedaî pêk anî.
Navenda Nûçeyan- Beluciyan ku ji ber axên xwe ya perçebûyî bi dehan salin daxwaza azadiya xwe dikin, li gelek welatên ku lê dijîn, ji maf û nasnameyên xwe bêpar jiyana xwe didomînin.
Mamoste Shari Baloch a 30 salî ya bi nasnavê 'Barmash' tê nasîn li Karaçî ya bajara Belucîstanê li dijî dagirkeran çalakiya fedaî pêk anî. Wekî ajans li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirt, Shari Baloch di qada zoljiyê doktoraya xwedî lîsans û lîsansa bilind dida. Di heman demê de li bajara Torbatê di dibistanek amedeyî ya keçan de wek mamosteya dersa zanistî dixebitî. Hat ragihandin ku jina zewicandî û xwedî zarok, li ser nave Majid Tugayî ya girêdayî Artêşa Rizgariya Belochistan êrişek întahar pêkaniye û Majid Tugayî jî êrîş girt sernavê xwe.
Tê ragihandin ku Shari Baloch, ji bo Çinê hedef bigre çalakiya xwe li Fakulteya Ziman û Wêneya Çînê ya li cihê wesayîtên welatiyên Çînê pêkaniyê û çalakiya wekî bertêkek ji bo ji aliyê Çinê ve mêtingeh kirina Belucîstanan pêkaniyê.
Tê zanîn ku Artêşa Rizgariya Belucîstanê di salên dawî de çalakiyên ku Çin û welatiyên Çinê hedef digre pêktîne. Çalakiya Sharî Baloch jî wekê “Yekem” tê nîşanda. Di êrîşa ku 26’ê Nisanê pêk hat de, gelek kes birîndar bibû û 4 kes ji jiyana xwe ji dest dabûn.