Li Behra Manşê keştiya penaberan noqî avê bû

Ewlehiya Peravê ya Fransayê ragihand ku li Behra Manşê keştiyeke penaberan noqî avê bûye, 4 penaberan jiyana xwe ji dest dane û 63 kes jî hatine xilaskirin.

Navenda Nûçeyan – Ewlehiya Peravê ya Fransayê ragihand ku li Behra Manşê keştiyek noqî avê bû û ji penaberên di keştiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi şev dewriyeya deryayî hat agahdarkirin ku penaber li peravên Boulogne-sur-Mer ê bakurê Fransayê ketine behrê. Polîs ragihand ku 4 kesên ku bêhiş bûn nekarîn xilas bikin, 63 kes jî hatin xilaskirin.

Li gorî nûçeya BBC, keştiyeke masîgiran jî beşdarî xebatên rizgarkirina penaberan bûye. Li gorî daneyên fermî îsal zêdetirî 13 hezar kes bi keştiyan Manşê derbas kirine. Di 18’ê Hezîranê de 882 kes bi 15 botên biçûk Behra Manşê derbas kirine û hat diyarkirin ku îsal ev ‘rekor e’. Daneyên Wezareta Karên Hundir a Îngilistanê ragihand ku ji Cotmeha 2022’an vir ve ev hejmara herî mezin a penaberan e ku bi vî rengî di rojekê de hatine welêt e. Daneyên wezaretê destnîşan kir ku roja Duşem û Sêşemê 484 kes ji behrê derbas bûne.