Li Bazara Heftane ya Çewlika Kurdistanê berhemên xwemalî tên pêşandan

Bi boneya yekem salvegera Bazara Heftane ya Çewlika Kurdistanê li Helebce merasîmek hat lidar xistin, cotyarên beşdarî merasîmê bûn berhemên xwe yên xwemalî pêşan dan.

Helepce - Duh li Depoya Kurdistan a li Helebceyê merasîma yekemîn salvegera vekirina Bazarê Heftane ya Çewlikê li Helebce pêk hat. Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî, wezîrê çandiniya herêma Kurdistanê û parêzgarê Helepce û gelek cotyar beşdarî merasîmê bûn û wê her roja Pênçşem û Înê wê cotyar berhemên xwe pêşkeş bikin. Di merasîmê de berhemên weke xeyar, bacan, zebeş, bamya, bacanên reş, bîber, tirî, lobî û gelek curên din ên xwemalî hatin pêşandan. Berhem ji bo welatiyan bi nirxek kêm li bazarê tên firotin.

Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di merasîmê de axivî û got: “Cotyarên Kurdistanê di berhemên xwe malî de, xwedî destên zêrîn in. Ji bo hîn zêdetir berhemên xwemalî, dê wezareta me hinek pêngav bavêje. Pêwîst e bingehek yasayî ji bo berhemên çandiniyê were danîn. Me kariye asta çandiniyê ji sedî 1 bikin ji sedan 10. Ev jî guhertinek mezin di berhemên çandiniyê de çêkiriye.”