Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê ji meha Adarê heta niha 18 jin rastî tudiyê hatin û 12 jin jî hatine qetilkirin yan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li başûrê Kurdistanê tundiya li ser jinan û bûyerên qetilkirinê her diçe zêde dibin.  Jin bi awayek eşkere di nava civakê de rastî  tundiyê tên. Di nava malbatê de bi hincetên cur be cur tên qetilkirin û tundî li hemberî wan tê kirin, bi guman jiyana xwe ji dest didin an jî ber bi xwe kuştinê ve tên kişandin. Tevî hemû bûyeran jî aliyên pêwendîdar li pey dozan nakevin û kujeran diparêzin.

Li gorî daneyên ajansa me ku ji çapemeniyê hatiye komkirin, ku di rastiyê de daneyên qetilkirin, tundiya li dijî jinan li başûrê Kurdistanê ji vê gelek zêdetir e û tê veşartin, ji meha Adarê ve heta meha Gulanê bi vî awayî ye:

Meha Adarê

Germiyan:

Di 3’ê Adarê de rêveberiya polîsên Germiyanê ragihand ku cenazeyê zarokek keç a xwendekar a bi navê D.A.E ya temenê wê 14 salî birine bijîjka dadê ya Kelarê, ji ber guleyê jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî agahiyan ew zaroka keç li gel dayika xwe li malê bû, bi çekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.

Hewlêr:

Di 4’ê Adarê de li ber dadgeha Hewlêrê jinek ji çapemeniyê re ragihand ku ji aliyê bav û birayê xwe ve îşkence lê tê kirin û ji ber wê çavekî xwe winda kiriye, ji ber wê gilî kiriye lê birayê wê yê ku di navenda polîsan de kar dike, pêşî li giliyê girtiye, hewl didin bi zext û gefa kuştinê dest ji giliyê xwe berde. Jina ku dayika du zarokan e, der barê sedema îşkenceyê de bal kişand ku bav û birayê wê dixwazin ji xaniyê wê yê ku ji hevjînê wê yê jiyana xwe ji dest daye jê re maye wê derbixin û dest danîne ser wê malê.

Hewlêr:

Di 12’ê Adarê de mêrek li bajarê Hewlêrê bi guleyan du kes birîndar kir. Yek ji birîndaran hevjînê êrîşkar e û birîndarê din jî xalê wê ye. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin belavkirin, mêrê êrişkar cara çaremîn e zewiciye û ji ber ku ji aliyê hevjîna xwe ve hatiye terikandin êriş kiriye.

Silêmanî:

Di 19’ê Adarê de polîsên Silêmaniyê ragihandin ku polîsên bazyan tometbarek ku gef li jinekê dixwar girtine. Tometbar M.T.F di sala 2005’an de ji dayik bûye. Polîsên Silêmaniyê diyar kirin ku gilî ji aliyê bavê jinê ve hatiye kirin, kesekî bi zext û gefan daxwaza hezar dolar pere li wê jinê kiriye.

Meha Nîsanê

Hewlêr:

Di 3’ê Nîsanê de li nêzî parka View a li bajarê Hewlêrê mêrê bi navê C.M.S gule li hevjînê xwe barand û qetil kir. Piştî bûyerê hat girtin.

Raperîn:

Di 7’ê Nîsanê de jinek temenê wê 50 salî bi navê Fatim Resû dayika çar zarokane, li gundê Zûrkan  qezaya Sengeser a bajarokê Pişder a Raperînê bi guleya çekê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.

Hewlêr:

Di 17’ê Nîsanê de jina bi navê Feyrûz Azad ji aliyê du mêran ve di 17’ê Nîsanê de li bajarokê Daretu yê bajarê Hewlêrê bi guleyê hat qetilkirin.

Li gorî agahiyên dayika wê ku di daxuyaniya çapemeniyê de da, eşkere kir Feyrûz ji aliyê bavê xwe yê bi navê Azad Qadir Abdullah û birayê xwe yê bi navê Abdulkerîm Azad ve hatiye qetilkirin. Piştî bûyerê polîsên Hewlêrê di heman rojê de her bav û birayê kujer girtin.

Silêmanî:

Di 24’ê Nîsanê de li bajarê Silêmanî jinek ciwan li ser pira ‘Xale şihab’ nêzî Family Mall bi awayek guman ket xwarê û li gorî agahiyan birîndar bûye.

Kerkuk

Di 25’ê Nîsanê de çapemeniya Iraqê ragihand ku li gundê Terkelan ê girêdayî bajarokê Tupzaya yê Kerkukê jinek bi navê ‘S.E.M’ ji aliyê kurê xwe ve bi guleyê bi giranî hatiye birîndarkirin. Ji ber gule li ber singê wê ketiye û birîna wê giran bûye, jiyana xwe ji dest da.

Germiyan

Di 29’ê Nîsanê de rêveberiya polîsên Germiyanê ragihand jinek temenê wê 18 salî li taxa Kelar a kevin ku ji ber kehrebeyê birîndar bûye û gihandine nexweşxaneya beşa lezgîn a Şehîd Hejar a li Kelarê, piştî çareseriya pêwîst ji ber giraniya birînê, wê sewqê nexweşxaneya Silêmanî kirine lê belê piştî gihandin nexweşxaneya Silêmanî jiyana xwe ji dest da.

Meha Gulanê

Akrê:

Di 5’ê Gulanê de li gundê sînorê bajarokê Akrê jinek ciwan a 17 salî bi navê ‘Lemîs Fehd’ rûniştvanê gundê Dûbê li sînorê bajarokê Akrê bi awayek guman şewitî ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da. Malbata wê îdia kir ku wê xwe şewitandiye û heta niha jî der barê bûyerê de agahî nîn e.

Zaxo:

Di 12’ê Gulanê de li bajarokê Derkar ê girêdayî îdareya Zaxoyê, mêrekî bi guleyan xwişka xwe qetil kir.

Silêmanî:

Di 20’ê Gulanê de rêveberiya polîsên Silêmanî ragihand ku piştî xebera bûyera qetilkirina jinekê, lêkolîn dest pê kirine û di encamê de derketiye holê ku bavê wê bi kêrê êrişî kiriye û bi giranî birîndar kiriye û dûre li nexwexaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Dihok:

Di 31’ê Gulanê de jinek Filistinî bi navê Îsra Yusuf bi temenê xwe 31 salî ku li Dihokê kar dikir, bi awayekî bi guman şewitî hat dîtin û piştî şev û rojekê li nexweşxaneyê ma jiyana xwe ji dest da.

Meha Hezîranê

Silêmanî:

Di 1’ê Hezîranê de cenazeye jineke ciwan li nêzî dibistana Şirîn a keçan û parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê hat dîtin. Heta niha tu kes der barê bûyerê de nehatiye girtin.

Şeva 6’ê Gulanê Avan Ceza ya 17 salî ku di temenê biçûk de hatibû zewicandin bi zaroka xwe ya duyem ducanîbû, bi awayek şewitî rakirin nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê. Li gorî agahiyan  bavê wê gotiye ku keça wê ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye şewitandin û armanc ew bû ku wê qetil bike. Zêdeyî salek bû keça wê zewicîbû lê belê agahiya wan ji pirsgirêkan wan tunebû, li nexweşxaneyê agahiya  wan ji bûyerê çêbûye. Avan Ceza ku beriya heftiyekê ji ber şewitînê rakiribûn nexweşxaneyê, ji ber rêjeya zêde ya şewitînê beriya demek kurt jiyana xwe ji dest da