Li Başurê Kurdistanê propagandaya zewaca misyarê
Li Başurê Kurdistanê, li ser medyaya dîjîtal reklama zewaca misyarê tê kirin. Bi parvekirina agahiyên kesane û wêneyên jinan re ji mêran re derfeta hilbijartinê tê dayîn.
LAVA KURDE
Navenda Nûçeyan – Zewaca misyar, cureyekî zewacê ye ku jin bi dilxwaziya xwe dev ji hinek mafên xwe yên yasayî û olî yên wekî mafê dabînkirina nefeqe, xanî an jî stargehek û dema ku hevjinek din a mêrê hebe dabeşkirina adilane ya demê berdide. Di vê şêwaza zewacê de, jin li mala bavê xwe an jî li mala xwe dimîne û mêr kengî bixwaze serdana wê dike.
Her çend berê ev cure zewac wekî şêwaze ku bi şertê li gorî merc û peymanên di navbera aliyan de be ji aliyê olî ve destûr hatiye dayîn jî Lijneya Bilind a Fetwayan a Herêma Kurdistanê di sala 2026’an de zewaca misyar wekî heram ragihand. Lijneyê, diyar kir ku ev cure zewac bêyî edaletî ye, mafên jinan binpê dikin û dibin sedema têkçûna yekîneya malbatê û avahiya civakê.
Tevî vê yekê jî mêr hêj zewacên bivî awayî dikin û difikirin ku qûralên olî bi cih tînin. Hinek jî îdia dikin ku ji ber vê şêwaza zewacê, ji tevgerên neguncaw dûr dikevin. Ev yek nîşan dide ku hinek mêr pirjinîyê tercîh dikin û bawer dikin yek hevjîn ji bo jiyana wan têrê nake.
Li gorî mafên mirovan û wekheviya zayendî ya civakî, ev cure zewac dibe sedema kêmkirina nirx û statuya jinan. Ji ber ku binpêkirina mafên bingehîn e.
Encam û bandorên neyînî yên zewaca misyarê ya li ser jinan
1. Encamên derûnî û civakî
Veşartîbûn û bêîstiqrarî: Ev cureyê zewacê pir caran ji malbat û civakê tê veşartin. Di encamê de jin ji ber ku ditirsin têkiliya wan eşkere bibe, di bin zext û fikarên derûnî yên berdewam de dijî.
Nêrîna civakî ya neyînî: Li Herêma Kurdistanê jî di nav de di gelek civakan de ev şêwaza zewacê wekî tiştekî ku jinan biçûk dixe, tê dîtin.
Hesta vederkirinê: Jin, xwe ne wekî hevjînekî rêzdar û rêhval, wekî amûrekê ku tenê ji bo bikaran^na daxwazeke demkî hatiye bikaranîn hîs dike.
2. Pirsgirêkên hiqûqî û aborî
Nebûna ewlehiya aborî: Ji ber ku jin di van cureyên zewacê de pir caran ji mafên xwe yên nefeqayê û xaniyan dûr dikevin û ji aliyê mêr ve tu piştgiriya darayî nagirin û neçar dimînin ku mesrefên xwe bi xwe bikin.
Zehmetiyên di bidestxistina mafên yasayî de: Ger peyamana zewacê li dadgeheke fermî nehatibe tomarkirin, dibe ku jin di dema nakokiyek de an jî di rewşa mirina mêr de, ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekî mîras an jî mafên din ên yasayî rastî zehmetiyên mezin were.
3. Pirsgirêkên têkildarî zarokan û pêşeroja malbatê
Pêşeroja zarokan: Her çend li gorî ol, zaroka aydê bav tê bihesibandin jî xwezaya veşartî ya zewacê dikare tomarkirina zarok a li saziyên fermî yên dewletê pir zehmet bike.
Hawiroderekî nediyar a mezinbûnê: Dibe ku zarok di hawîrdoreke bêîstiqrar ku bavê xwe bi têra xwe di jiyana wan de nabîne de mezin bibe. Rastiya ku bav bi awayê ku bavên asayî di nava civakê û xizman de li kêlaka zarok nasekne, dikare bandoreke neyînî li ser têkiliyên malbatî yên zarok bike.
4. Hevberdana hêsan
Têkiliyên demkî û kurt: Dane û lêkolînan, nîşan didin ku piraniya zewacên misyar dem kurt in û bi hevberdana lez encam dibe. Yek ji sedemên vê yekê jî wekî nebûna erkên girîng ên aborî an civakî li ser milê mêr e.
Ev rewş dikare bibe sedem ku jin bi hevberdanek nişka ve û lez re rûbirû bimîne. Her wiha tevî ku li holê pirsgirêkek diyar jî nîne, dibe ku mêr biryar bide ku dawî li zewacê bîne.
Gelo çima li Başurê Kurdistanê propagandaya zewaca misyarê tê kirin?
Yasaya Rewşa Kesane ya li Herêma Kurdistanê, ji bo zewaca duyemîn ango pirzewaciyê şertên tund pêşbinî dike. Mêrên zewicandî, ji bo dûrketina ji pirsgirêkên yasayî an jî malbatî û ji bo ku hevjînên wan ên ewil nizanbin ku hevjînê wan zewicîne, bi awayekî dizî û bêyî tomarkirina dadgehê zewaca misyarê pêktînin.
Rûpelên medyaya dîjîtal jî yek ji sedemên diyarker a vê rewşê ye. Di van demên dawî de ajans û navbeynkaran ango bazirganên zewacê, bi rêya rûpel û hesabên cihêreng ên medyaya dîjîtal bi awayekî eşkere an jî veşartî, vî cureyê zewacê teşwîq dikin. Armanca sereke ya van çalakiyan, bidestxistina qezenca madî ye.
Hebûna destûrên yasayî ya teşwîqkirin vê curê zewacê ya li platformên medyaya dijîtal an jî nebûna astengiyên cidî, bi valahiyên yasayî, awayê xebata platformên dîjîtal ên navneteweyî û hinek şîroveyên olî yên taybet ve girêdayî ye.
Guhertina sernavên reklaman a bi armanca bazirganî ye: Gelek kesên ku reklama ev curê zewacan dikin, di bin wekî "ajansa zewacê", "dîtina hevjînê jiyanê" an jî "sepana hevdîtinê" de danasînê dikin. Ji ber ku ev têgeh giştî û bazirganî xuya dikin, gelek caran wekî naverokên destûr hatiye dayîn tên nirxandin û pergalên fîltre yên platformên medyaya dîjîtal, bikarin van malperan wekî naverokên qedexekirî tesbît bikin.
Ger reklamên bivî awayî, wekî perdeyekê ji bo fuhûşa veşartî, êrîşa zayendî an jî xapandina darayî bên bikaranîn, dibe ku li gorî Yasaya Cezayê ya Iraqê an jî yasayên Herêma Kurdistanê yên bikaranîna şaş a amûrên ragihandinê qedexe dikin, wekî sûcên sîber bên hesibandin. Divê ji bo pêşîlêgirtina belavbûn û teşwîqkirina zewaca misyarê, di qadên wekî civakî, yasayî, olî û teknolojîk de gav bên avêtin.
Saziyên dewletê yên têkildar ên wekî Wezareta Rewşenbîriyê û saziyên teknolojîk ên pêwendîdar, divê çavdêriya rûpelên înternetê, kom û sepanên ku van kiryaran hêsan dikin bikin û wan bigirin. Her wiha dema ku bikarhêner, li ser platformên wekî Facebook, Snapchat an jî Telegramê rastî reklamên wiha tên, divê wan bi hincetê ku ev reklam nirxên bingehîn ên civakî binpê dikin an jî bazirganiya mirovan teşwîq dikin, gilî bike.
Avakirina hişyariya civakî
Divê jin bi rêya xebatên rêxistinên civaka sivîl û çalakvanan bên bihêzkirin. Divê jin der barê ev cure peyman çawa mafên wan ên yasayî û civakî dixin xetereyê de bên agahdar kirin. Her wiha ji bo ku civak vê sepanê ne wekî çareseriyek ji rêzê nemîne û ji bo ku wekî diyardeyeke zirarê ku bingeha malbatê dihejîne bibîne, xebatên hişyarkirinê bên meşandin.
Ji bilî vê, divê li dijî kesên ku di van zewacan de navbeynkarî dikin an jî hêsankariyê ji bo vê pêvajoyê dikin, pêkanînên yasayî bên sepandin. Divê li dadgehan tomarkirina zewacên bi vî rengî bi awayekî tund were qedexekirin û divê kesên navbeynkar û kesayetên olî yên nefermî yên ku van zewacan pêk tînin, bên darizandin û cezakirin.