Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka mûçeyê ya karkeran berdewam dike

Gulala Sadiq, diyar kir li Herêma Başurê Kurdistanê pirsgirêkên der barê mûçeyên memûr û karkeran hêj nehatiye çareserkirin û wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê nizane wê mûçeya din kengî bê dayîn."

HELEN AHMED

Silêmanî – Li Herêma Başurê Kurdistanê, pirgirêkên nedayîna mûçeyên memûr û karkeran berdewam dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mûçeyên 3 mehên dawî yên sala 2023’an neda memûr û karkeran. Kabîneya 9’ê ya di bin serokatiya Mesrûr Barzanî de jî, ji karkeran re mûçeya aîdê meha Çileyê ya vê salê jî di nav de 5 mehin tenê mûçeya mehek da.

Berpirsa karûbarên malî û bankayî parêzer Gulala Sadiq, dest nîşan kir li Herêma Kurdistanê yekane çavkaniya aborî petrol e û wiha got: “Lê li gorî biryara dadgehê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 25’ê Çileya 2023’an vir ve wê petrol nefiroşe. Ji ber kêmbûna lihevhatina hikûmeta Iraqê, li Herêma Kurdistanê petrol nayê firotin. Karkerên bi mûçe ji vê rewşê bandor dibin.

'Nediyarê mûçeya karkeran kengî bê dayîn’

Gulala Sadiq, da zanîn dema li gelek welatan mehê carek ji karmendan re mûçe tê dayîn, li Herêma Kurdistanê nediyarê mûçê kengî bên dayîn û diyar kir piştî biryara hikûmeta Iraqê ya di 21’ê Sibatê de mûçe rasterast ji navendê were dayîn jî, tenê malzemeyên bingehîn hatine standin. Gulala Sadiq, da zanîn karker mûçeyên xwe vegerînin hikûmeta navendî wê baştir be û wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha mûçeyên karkeran rehîn digre û ev mûçeyan ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bikar tîne."

Gulala Sadiq, dest nîşan kir dahata navwelat a Herêma Kurdistanê 320 milyar dînar e, lê dahata wî ya 4 mehan nayê zanîn û wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistan di daxuyaniyên xwe de ne pêbawer e. Ev yek wê encamên xirab avabike. Ji ber aboriya serbixwe, ev nêzî 10 sal in bêrîkên hemwelatiyan talan dike û terfiyan radiwestine. Em dixwazin demil dest mûçeyên karkeran bê dayîn.”