Li Başûrê Kurdistanê di meha Adarê de 7 jin hat qetilkirin

Kuştin û ber bi xwekujiyê ve kişandina jinan pirsgirêkek mezin a civakî ye ku bi taybet di demên dawî de ji her demê zêdetirbûye.

Silêmanî – Di nav civakê de pirsgirêkên civakî û qeyranên aborî herî zêde jî weke zextekî mezin û bi pollîtîkayên cûr be cûr ên li ser hebûn û ewlehiya jinan xwe nîşan dide. Girêdayî pirgirêkên ku di qada civakî de tê jiyîn û ji aliyê ti hikumet û rêveberiyên dewletan ve çareserî jê re nayê dayîn, weke polîtîkayek şerê taybet li ser helandina civakê kuştin û ber bi xwe kûştinê ve kişandina jinan ji her demê zêdetir di rêjeyekî jor de tê dîtin. Bêguman gelek bûyer û qetlîamên li ser jinan tê meşandin li ser ragihandinê nayê dayîn. Lê rûxmê vê jî daneyên ku tê dayîn, dema rêjeyên nayê dayîn jî tê fikirîn zext û polîtîkayên komkujiyê yê li ser jinan bi awayek zelal destnîşan dike. Li Başûrê Kurdistanê tenê di nav meha Adarê de 7 jin hatin qetilkirin. 7 jinên ji Başûrê Kurdistanê di dem û cihên cûda de bûn hedefa aqil û hişmendiya mêr serweriyê.

Li gor daneyên ku hatine dayîn komkujiyên jinan ên di meha Adarê de wiha ne:

Koyê

2’ê Adarê li Teqteq a girêdayî bajaroka Koyê jinek ciwan a sala 2004’an ji dayik bûyî, bi awayek guman xeniqî hat dîtin. Berdevkê ekîbên tendûristiyê yên Koyê diyar kir ku jina ciwan a xwendevana Peyîmangeha Teknîkê ya Koyê ji ber sedemên nayê zanîn bi xwe di malê de xwe xeniqandiye.

Dihok û Hewlêr

6’ê Adarê dû buyerên kuştinê li bajarê Hewlêr û Dihokê ru dan. Li qampa Xanikê ya girêdayî Dihokê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hate kuştin. Li taxa 100 metrî nêzî çar rêyana firokexaneya Hewlêrê cenazeyê jina ciwan Îman Samî Meqdide  ku bi navê Marya Samî tê zanîn a 20 salî hat ditîn. Hat zanîn ku Mariya Samî ya di temenê 15 salî de hatî zewicandin û piştî çend salan ji mêrê ku pê re zewiciye cûda bûye, 6’ê Adarê ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. 

Soran

18’ê Adarê li bajaroka Soran jinek ciwan a xwendevan ku sala 2007’an hatiye dinê ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Hat zanîn ku li ser bedena jina ciwan cihê şeş guleyan hebû. Bavê tometbar ji aliyê polîsan ve hate girtin û li gora madeya 406 ya zagona Iraqê hatiye cezakirin.

Dihok

21’ê Adarê li gundê Gomzer ê navçeya Daretû ya girêdayî Berdereşê jinek û mêrek ku emrê wan di navbera 26-27 salî de ye ji aliyê kesek nenas ve hatin qetilkirin.

Silêmanî

26’ê Adarê jina Linya Kawan Hesên li taxa bajarê Bijîjkan ya Silêmanî ji qata 10’emîn a avahiyê bi awayek guman ket xwarê û jiyana ji dest da. Di derbarê bûyerê de sê jinên şahidê bûyerê ku yek ji wan kes û karê jina ciwane ku nexwestin navê xwe bidin, bi vî awayî behsa bûyerê kirin: “Dayik û bavê jina ciwan ji hev cuda bûne û pirsgirêka wê jî li gel hevjînê wê hebû. Dixwest cûda bibe, lê dayik û bavê wê piştgiriya wê nekirin. Pirsgirêkên dayik û bavê wê bandor li wê kir. Beriya ku bikeve xwarê li gel dayika xwe axivî û gotê ‘Dayê ezê xwe bikujim.’ Dayika wê jî guh nedayê, dema ku hevjînê wê li destşoyê bû heta ku derket dit hevjîna wî xwe avêtiye, malbata wê û ya hevjînê wê dibêjin ku wê bi xwe xwe avêtiye.”

Germiyan

30’ê Adarê li qezaya Rizgarî ya girêdayî bajaroka Kelarê Ş. E ya sala 1984’an ji dayikbûye li rêya Pete dawî li jiyan xwe aniye. Li gor agahiyan şopên benê xeniqandinê li ser sitûyê wê hatine dîtin.