Li Başûrê Kurdistanê civak jinên ku tenê dijîn qebûl nake

Li Başûrê Kurdistanê jinên ku tenê dijîn, bi astengî û kevneşopiyan re rûbirû ne. Ev yek dibe sedem ku dema rastî pirsgirêkên malbatî an jî rastî tundiyê tên, hevberdanê qet nafikirin, ji ber ku dizanin civak qebûl nake tenê bijîn.

ŞILÊR KOYE

Koye – Di civakek wek Başûrê Kurdistanê ku bermahiyên çanda kevneşopî û bandora krîza aborî hîn jî di hemû qadên jiyanê de heye de, pirsa jinên tenê, an jî yên ku ji ber hevberdanê, windakirina xizmên xwe an jî mirina hevjînên xwe bi tena serê xwe dijîn, yek ji pirsgirêkên civakî yên herî aloz û hesas e.

Jin neçar dimîne her cûre tundiyê qebûl bike

Nebûna dahat û debarê, her wiha nebûna qebûlkirina jiyana serbixwe ya jinan a ji aliyê civakê ve, rewşeke dijwar ji bo vê komê çêkiriye. Gelek caran, dema jinek rastî pirsgirêkên malbatî tê û xizmên wê naxwazin wê qebûl bikin an jî zarokên wê mezin bikin, neçar dimîne her cûre tundiyê qebûl bike û carnan jî serî li xwekuştinê dide. Ji ber ku rastî zilma hevjînê xwe tê, xizmên wê dibêjin divê li gorî rewşê tevbigere. Lê ger hikûmet mal û mesrefên wan peyda bike, wê demê tundî û zexta li ser jinan dê kêm bibe. Ji nêrîna pisporên civakî û çalakvanan ve, em li navçeya Koye ya ser bi bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê, balê dikşînin ser aliyên vê pirsgirêkê, her wiha pêwîstiya dabînkirina mal, alîkariya darayî û afirandina qadek guncaw ji bo jiyaneke bi rûmet û serbixwe ya ji bo van jinan.

‘Civak hîn jî qebûl nake jinek bi tenê bijî’

Pispora Karûbarên Civakî Sûzan Heme Seîd têkildarî mijarê destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê ji ber trajediyên ku qewimîne, dibe ku gelek jin rastî pirsgirêkên civakî bên û wiha domand: “Ji ber dibe ku hinek ji wan xizmên xwe winda kiribin, an jî hevjînê xwe winda kiribûn û an jî hev berdabin. Civak hêj nehatiye asta hînkirin ku jinek bi tenê bijî, bi tenê vê erkê bi cih bîne an jî xwedî li jiyana xwe derkeve. Li welatê me, ger bipirsin ka ew çi stargeh distînin û pirsgirêkên wan çawa tên çareserkirin, carna beşek ji aliyê Wezareta Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi projeya çavdêriya malbatê, di Tora Parastina Malabatê de salên borî mûçeyek kêm dida wan jinên ku dahatek wan tune, karê wan nîne û nikarin debara jiyana xwe bikin. Mixabin ji ber rewşa budceyê, li Herêma Kurdistanê ev mîqdara kêm a alîkariyê winda bû. Ev yek barê hinek ji van jinan girantir kiriye û nikarin jiyana xwe birêve bibin.”

‘Li welatê me, divê jin bi xal û apên xwe re bijîn, ne bi tenê’

Sûzan Heme Seîd ragihand ku stargeh, bêguman li hin bajarên Herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo jinên ku rûbirûyê pirsgirêkên civakî dibin hene û wiha got: “Ew ji bo demek kurt, heta ku pirsgirêka wan tê çareserkirin tên bicihkirin. Li welatê me ji ber weke welatên din azadiya jinê nayê dayîn ku bi tenê bijî, divê bi kesekî re bijî. Hemû hewlên wezaretê li ser wê yekê ne ku rê bidin van kesan ku bi xaltîkekê, apekî, kesekî/ê re bijîn. Lê mixabin, pirsgirêkên wan ên mezin hene û ez pêşniyar dikim ku ger hikûmet van jinan bifikire û dikare alîkariya wan bike, cihekî ji wan re peyda bike. Ji bo mirov li kolanan nemîne û li cihên cûda rûbirûyê karesatên nexweş nebin. Ji aliyê civakî û aborî ve, dibe ku ew pir caran bikevin tengasiyê. Ji ber wê, erka sereke ya hikûmetê ew e ku alîkarî û çavdêriya wan bike û berî her tiştî, jiyana van mirovan bifikire.”

‘Ev di civaka me de pirsgirêkek mezin e, lê cidî nehatiye nirxandin’

Çalakvan û pispora civakî Şehên Îbrahîm jî da zanîn ku bêmalî û nebûna piştgiriyê ji bo jinên ku tenê ne an jî kesek wan tune, di civakê de pirsgirêkeke mezin e û wiha pê de çû: “Lê ev mijar bi cidî nehatiye destgirtin. Bi rastî, gelek jin û kesên ku ne zewicî ne, ne xwediyê malekê ne û kesek jî tune ye wan xwedî bike û jiyanekê ji wan re dabîn bike, bi rastî pirsgirêkek mezin e. Divê bi awayekî cidî li ser van mijaran xebat bê meşandin û çareseriyek bê dîtin. Gelek kes dixwazin bi awayek serbixwe bijîn. Mînak, ger apartmanek hebe, ji bo kesên ku hevberdane, pirsgirêkek wan heye, ne guncaw e. Ew jinên nezewicî û naxwazin bi xizmên xwe re bijîn, tercîh dikin ku bi tenê bijîn. Ew ji cihek ku tê de bikaribin bi tenê û azad bin, bêyî hewceyî kesek din bin bijîn, hez dikin. Ji ber pir caran xizmên wan di nav xwe de wan qebûl nakin, bi taybetî ji yên ku hev berdane û zarokên wan hene.”

‘Divê jin bikarin jiyana xwe bidomînin’

Şehên Îbrahîm destnîşan kir ku divê saziyên civakî ji bo van jinan apartman an xaniyan ava bikin û wiha bidawî kir: “Ev gelek baş e. Hêvîdar im ku ji bo dîtina çareseriyekê, ev mijar bikeve rojeva aliyên pêwendîdar. Divê jin bikaribin ji bo domandina jiyana xwe, jiyaneke serbixwe, rihet û aştiyane bijîn. Wek li welatên din, hikûmet ji bo başkirina jiyana van jinan, xaniyan dide wan û mûçeyên wan didin. Xwezî li vir jî rewş bi vî awayî bûya.”