Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê karê dengdanê bi dawî bû

Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 17.00’an de bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 08.00’an de dest pê kiribû. Dengdayîn saet di 17.00’an de bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê ji bo 60 milyon û 721 hezar û 745 hilbijêr li 973 navçe, 1094 li desteya hilbijartina hilbijartinê ya navçeyan bi giştî 191 hezar û 885 sindoq hatin danîn. Li hemû sindoqan deng hatin dayîn. Seranserî rojê li gelek bajar û navçeyan hîle, sextekarî û binpêkirina hilbijartinê qewimîbû. 

Namzetê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Namzetê Tifaqa Cumhur û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ketin pêşbaziya hilbijartinê. Her du namzet jî di tûra ewil a hilbijartinê de nehatibûn bijartin. 

Li gelek bajaran nelirêtî

Ji kêliyên destpêkê yê dengdanê ve gelek nûçeyên nelirêtî û îhlalan hat. Ji êrişên polîs, leşker û cerdevanan heyanî gefên AKP’yiyan, ji êrişên li ser endamên desteya sindoqan heyanî bikar anîna rava vekirî, ji astengkirina heyet û hiqûanasan heyanî nelirêtiya 142, li şûna hilbirêjên mirî deng dayîn û derbkirina wekîlan gelek binpêkirin hat jiyankirin, girte hatin girtin.