Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pergala xwendinê de şoreş pêk tê

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ragihand ku di sala xwendinê ya 2025-2026’an de dibistanên pîşeyî dê bên xurtkirin û banga piştevaniyê kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Li gorî bilançoya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 713 hezar û 552 xwendekar û 35 hezar û 13 mamosteyan, li 3 hezar û 647 dibistanan sala xwendinê ya 2024-2025’an bi awayek serkeftî bi dawî kirin. Lê îsal li gorî amarên desteyê 386 dibistanên nû  bi desteyê ve hatin girêdan. Hejmara dibistanên ku wê xwendekaran pêşwazî bikin îsal dibe 4 hezar û 33.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ji ajansa me re, amadekariyên pêşwaziya sala nû ya xwendinê, guhertinên ku îsal piştî ketina Rejîma Baasê çêbûne û çarenûsa xwendekarên ku branşên hikûmeta Şamê dixwendin wê çi be, nirxand.

Semîra Hec Elî di destpêkê de got ku serkeftin, zehmetî û kêmasiyên di sala xwendinê ya 2024-2025’an de derketine, nirxandine. Semîra, da zanîn ku li ser awayê çareserî û tekûzkirina di sala xwendinê ya 2025-2026’an de nîqaş û guftûgo hatine kirin.

Stratejiyeke 3 salan a guhertina branşan

Semîra da zanîn ku pêşketinên pêwîst yên li gorî nûjeniya di dunyayê de çêdibe û aliyên rê û rêbazên perwerdenasiyê, branş tên sererastkirin û pêşxistin.

Semîra got ku ji bo guhertin û pêşxistina branşên Rêveberiya Xweser, li ser sê salan stratejiyek desteyê heye û ev agahî dan: “Saziya materyalan bi bijîşk û pisporên branşan re, ji bo sererastkirin û pêşxistina branşan hevpeyman çêkirin. Di sala  2024’an çar made hatin guhertin û pêşxistin, îsal jî 4 made hatin guhertin. Ewê bi sala nû re bikevin meriyetê. Di stratejiya me de salek maye, di nav de wê madeyên mayî jî werin guhertin. Wiha her salekê bi guhertina çar madeyan wê di nav 3 salan de hemû branş werin guhertin.”

Ji bo dibistanên pîşeyî sîstemeke nû

Li ser çawaniya guhertina branşan jî Semîra makanîzmeya xebatê bi van gotinan bilêv kir: “Guhertina branşan bi nêrîneke hevpar û nirxandinekê çêbû ku hem xwendekar, malbat û mamoste jî hatin dîtin û hem jî nêrînên wan jî hatin girtin.” Semîra çalakbûna xwendekar girîng dibîne ji lewra dibêje branş li gorî asta nirxandinê amadekirin e. Semîra bi vê mînakê destnîşanî vê xalê kir: “Xwendekar dibe kesa/ê herî çalak, dibe bikaribe ders bide û lêkolîn bike, di hundirê refê de nîqaş bike, hin pirs hene ji malbata xwe dipirse û piştre were bi hevalên xwere parve dike. Ji ber zanist diherike, em jî girîngiyê dibînin ku mamosteyên xwe her di nav perwerdeyan re derbas bikin. Yek ji stratejiyên herî girîng yên desteya perwerdê jî, wê sîstemeke nû ji dibistanên pîşeyî re bê dayîn.”

Amadekirina binesaziya dibistanan

Gelek dibistanên rûxuyayî an nîv rûxuyayî hene ku Semîra amadekariya binesaziya dibistanan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran jî girîng dibîne. Têkildarî çareseriyan jî Semîra wiha got: “Ji bûdçeyên giştî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê dayîn, xebatên çaksazkirina dibistanan tên kirin. Ligel bicîhanîna pêwîstiyên dibistanan ji sotemenî heta pêdiviyên nivîsînê.”

Semîra got ku mamoste bi tomarkirina refê yekem û amadekariyên din re, wê 14’ê Îlonê deriyên dibistanan li xwendekaran vekin.

Çapkirina pirtûkan

Semîra çapkirina pirtûkan ji bo ku di sala nû de li ber destê xwendekaran bin bibîr xist û got ku hejmareke baş ji pirtûkan hatine çapkirin, hin jî di çapê de ne. Semîra ragihand ku ew hewl didin bi vekirina dibistanan re pirtûk li ber destê xwendekarên hemû kantonan bin.

Çima îsal tomarkirin pir zêde be?

Li gorî bîlançoya ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2024-2025’an daye, 713 hezar û 552 xwendekar, 35 hezar û 13 mamoste li 3 hezar û 647 dibistanan dixwendin. Semîra balkişand ser guhertinên ku îsal dê di hejmara xwendekar, dibistan û mamosteyan de çêbibin. Semîra anî ziman  ku li gorî şopandina desteyê û tomarkirina xwendekaran îsal tomarkirin pir zêde ye.

Hejmara xwendekaran wê ji 713 hezar û 552 xwendekaran zêdetir bibe. Semîra sedema zêdebûna hejmara xwendekaran spart zêdebûna tomarkirina refê yekem û tomarkirina xwendekarên ku wê nû branşên Rêveberiya Xweser bixwînin. Bi vê yekê re wê zêdebûnek li ser hejmara xwendekar û mamosteyan, çêke.

Çarenûsa xwendekarên berê materyalên Rejîma Baas dixwendin wê çi be?

Li ser pirsa “Çarenûsa xwendekarên ku bi ketina Rejîma Baas re ku berê di herêmên bin serweriya wê de dixwendin, wê çi be”, Semîra wiha bersiv da: “Hemû xwendekarên dûrî dibistanên Rêveberiya Xweser bûn, îro beşdarbûna wan ji bo dibistanên Rêveberiya Xweser çêdibin. Ji ber dibistanên heyî di kîjan kantonên Rêvberiyê de bin, ew dibistanên Rêveberiya Xweser û desteyên wê yên perwerdê ne.”

Semîra tekez kir ku ev hemû xwendekar wê li dibistanên Rêveberiya Xweser bi materyalên Rêveberiya Xweser jî xwendina xwe dewam bikin.

Rewşa xwendekar û dibistanên ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dijîn

Semîra di nirxandinên xwe de koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku beriya sersalê koçî kantonên Tebqa, Reqa û kantonên Firat û Cizîrê bûne, jibîr nekir. Semîra di dewama axaftina xwe de got ku koçberên Efrîn û Şehbayê dikeve sala duyem û ew di hejmarek ji dibistanên kantonên Tebq, Reqa û Cizîrê de bicîh dibin.

Semîra balkişand ser xwendekarên koçber û got: “Hejmarek ji xwendekarên ku dikarîbûn xwendina xwe di nav xwendekarên kantona Cizîrê û Firatê de dewam bikin hebûn. Xwendekarên peymangehan jî li peymangehan beşên xwe xwendin, da ku bê xwendin nemînin.

Çareseriya ji bo koçber û xwendekaran

Di çarçoveya valakirina dibistanan a ji koçberan de jî Semîra hewldanên desteyê wiha tîne ziman: “Li Tebqa û Reqayê hewldanên pir zêde ji bo ji koçberan re cih werin dîtin, hene. Ji bo ku dibistan werin valakirin û xwendekarên Efrîn û Şehbayê û yên Tebqa û Reqayê jî xwendina xwe dewam bikin. Wek çareserî em hewl didin odeyên çêkirî bikin hewşên dibistanan, an jî di dibistanan de sê dan dewam çêbikin û hin dibistanan vala bikin, da ku em xwendekaran bê xwendin nehêlin. Plansaziyên me yên derbarê vê mijarê de ku em di 2025-2026’an de pêk bînin, hene. Îsal hewldan hebûn, lê li gorî nirxandina xwendekaran û girtina zanyarî û zanistê kêm bû. Ji lewra di vê salê de wê hewldan pir zêde bin da ku xwendekar mafê xwe yê xwendinê bi awayekî baş bistîne.

Ji bo dibistanên ji hêla DAIŞ û dagirkeriya Tirk ve hatine rûxandin deste çi difikire?

Ji bo dibistanên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker hatin hedefgirtin û rûxandin an jî nîv rûxuyayî man, zehmetiyên domandina xwendinê tên kişandin. Semîra ji bo vê xalê wiha got: “Gelek dibistanên kantona Cizîrê yên Til Temir û Zirganê û yên Kantona Firatê (Kobanê) pir zirar dîtine. Hewldanên çaksazkirina dibistanên ku dikarin werin çaksazkirin em ê çaksaz bikin. Yên din jî li gorî bûdçeyên Rêveberiyê dibe li her kantonekê dibistanek heta du dibistanan, ji nû ve werin avakirin.”

Semîra avakirina dibistanên ku xwendekar di jîngeheke rihet de xwendina xwe bibînin, bi rewşa giştî û geşedanên li herêmê ve girê dide. Di rewşên herî giran yên êrîşan de jî Semîra anî ziman ku wan deriyê dibistanan li xwendekaran negirtine, xwendekaran xwendina xwe domandine û qut nebûne. Semîra got ku hewldanên dîtina jîngeheke bi tendrust ji bo xwendekaran her hebûye û heye jî.

‘Ji bo guftûgoyê komîteya me amade ye

Têkildarî guftûgoyên di navbera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê yên Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdê ya girêdayî cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam de, Semîra Hec Elî helwesta xwe wiha zelal kir: “Hevdîtin çêbûn, li gorî wê makanîzmeya ezmûnên refê 9 û bekeloriya yên branşên Şamê, çêbû û bi serkeftî jî bi dawî bûn. Di nav hevdîtinan de bendek jê ezmûn, bendên din jî hene. Komîteya Perwerdê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî ji bo guftûgoya pêşeroja xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê jî, amade ye.

“Pêvajo nazik e pêwîst e em bi hev re bimeşînin û xwedî lê derkevin”

Semîra careke din nazikbûna pêvajoyê bibîr xist û ji gel û her kesî hêvî kir ku bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin. Semîra, derxistina nasnameya xwendekaran û zarokan di rêya perwerdê de, girîng dibîne. Ji ber bi nasnamê re hebûn û xwebûna mirov derdikeve holê. Ji lewra xwedîderketina li vê pêvajoyê Semîra “pir girîng” pênase dike.

Semîra Hec Elî di dawiya axaftina xwe de saleke bi tendurist ji bo xwendekar, mamosteyên xwe û hemû karmendên Desteyên Perwerde û Fêrkirina yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwest.