Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 72 saetan de 80 navend hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk, 80 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê ji bejahî û hewayî bombebaran kir. Di êrîşên ku binesaziya herêmê, saziyên xizmetguzariyê, qadên niştecihbûnê yên sivîl û aboriyê hatin hedef girtin de, 7 welatî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên dewleta Tirk ku qadên jiyanê yên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hedef digre, didome. Dewleta Tirk a ku di 13’ê Çileyê de ji nû ve êrîşên xwe zêde kir, di 72 saetên dawîn de piraniya wan çavkaniyên bingehîn ên jiyanê û navendên xizmetguzariyê li dijî 80 navendan êrîşên hewayî pêkanî.

5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dane û 7 welatî jî birîndar bûn

Li gorî nûçeya ANHA’yê; Di êrîşan de heta niha 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dane û 7 welatî jî birîndar bûne. Ehlam Ebdurezaq Remo ji lingê xwe de birîndar bû, her du zarokên wê Rojan (3) ji serê xwe û laşen xwe (4) bi sivikî birîndar bûn. Di bombebarana li ser depoyeke li Qamişloyê de Hêlîn Mihemed birîndar bû. Ciwanê bi navê Mihemed Xeyr Ehmed Şêxî (23) ji rah û destê xwe yê çepê de birîndar bû, welatiyê bi navê Hisên Ayiş Hisên (45) ji çok û hewzê xwe de birîndar bûn. Her du jî di aşxaneya Dirbas li navçeya Amûdê de dixebitîn dema hatin hedefgirtin. 14`ê Çileyê, dewleta Tirk stasyona kehrebeyê ya navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir. Di encamê de karkerê bi navê Kabrîn Ferhp (33) birîndar bû.

Navçe û deverên hatin bombebarankirin wiha ne:

13`ê Çileyê;

Stasyona Zarbe û 2 navendên petrolê li başûr rojhilatê navçeya Tirbespiyê, bendava Başût a rojhilatê bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê 5 caran hatin bombebarankirin.

Dewelta Tirk gundên Xirbet Şeale û HIrbil ên kantona Efrîn û Şehbayê bombebaran kirin.

Dagirkeran piştî wê bi saetekê, bi 2 moşekan noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li nêzî bendava Şehbayê kir hedef.

14`ê Çileyê;

Noqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xerbîsan ê bajarê Kobanê du caran hat bombebarankirin.

Dewleta Tirk gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî bombebaran kir.

Stasyona petrolê ya li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê ku di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de ye hat bombebarankirin.

Bankeya çandiniyê ya li başûrê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

Herêma navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk a li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.

Navenda navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.

Stasyona kehrebeyê ya navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.

Bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li başûrê têketina navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.

Gundê Xalidiye yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.

Bajarokê Çelebiye yê li başûrê Kobanê hat bombebarankirin.

Navenda Tewmînê (çavdêrî) ya li navçeya Dirbêsiyê hat bombebarankirin.

Navendeke berê ya şîrketa Lavarage ya fransî ku li rojhilatê Kobanê ye 2 caran hat bombebarankirin.

Li gundê Kerbetil ê Dirbêsiyê mala welatiyê bi navê Xalid Hiso hat bombebarankirin, di encamê de hevjîna wî û 2 zarokên wî birîndar bûn.

Stasyona kehrebeyê ya Kobanê hat bombebarankirin.

Derdora gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê hat bombebarankirin.

Çewlike sewalan a li gundê Şêx Coban a başûrê Kobanê hat bombebarankirin.

3 derverên  li herêma di navbera gundên Quneytera û Şamsûr ên rojavayê Dirbêsiyê de hatin bombebarankirin.

3 caran noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Şewarxa yê navçeya Şera hat bombebarankirin.

Li Kobanê tîmên agirkujiyê dema hewl didan şewata ji ber bombebaranê derketiye vemirînin hatin hedefgirtin.

Depoyeke genim a li bajarê Kobanê hat bombebarankirin.

Daristana li rojavayê Kobanê hat bombebarankirin.

Di encama bombebarankirina saziyeke ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê ya li gundê Debane yê Qamişlo de, 5 leşker hatin kuştin.

Stasyona kehrebeyê ya li navçeya Amûdê hat bombebarankirin.

Gundê Kotih ê rojavayê navçeya Amûdê hat bombebarankirin.

Rojnamevanên ku dîmenên bombebarana li ser Kobanê dişopandin, bûn hedef. Rojnamevanek bi sivikî birîndar bû.

Aşxaneya Dirbas a li navçeya Amûdê hat bombebarankirin. Di encamê de 2 karker birîndar bûn.

Gundê Merkebe yê navçeya Amûdê hat bombebarankirin.

Şîrketa Nêrgiz a li nêzî gundê Herem Şêxo yê rojavayê Qamişloyê hat bombebarankirin.

Stasyona kehrebeyê ya li bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin.

Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin.

Dibistana ajorakariyê ya li bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin.

Kargeha Helawe û Tehîne ya li rojavayê Qamişloyê hat bombebarankirin.

Stasyona petrolê ya li başûr-rojhilatê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

Li Tirbesipiyê bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xezne yê li ser rêya navneteweyî hat bombebarankirin.

Navendên petrolê yên gundê Xatûne yê navçeya Tirbespiyê careke din hatin bombebarankirin.

Balafirên şer û yên bêmirov û biçek Stasyona Udê ya rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kirin.

Stasyona Gazê ya sereke ya Udê hat bombebarankirin.

Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li gundê Kevirê Spî yê başûr rojavayê Qamişloyê hat bombebarankirin.

Stasyona kehrebeyê ya navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

Cihek petrolê yê li rojhilatê navçeya Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.

Cihekî din ê li nêzî gundê Girê Berî yê li ser rêya navneteweyî yê li başûr-rojhilatê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

Stasyona Siweydiyê ya ku kehrebeyê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.

Navendeke parzûnkirina sotemeniyê ku bi navê Tifle li herêma Koçerat a Dêrikê tê naskirin hat bombebarankirin.

Stasyona gazê ya li gundê Siweydiyê ya di navbera Girkê Legê û Dêrikê de 10 caran hat bombebarankirgin.

Gundên Um El Kêf, Til Tawîl ên rojavayê navçeya Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

15`ê Çileyê; 

bi çekên giran êrîşî depoyên genim ên li gundê Um El Kêf hat kirin.

Stasyona kehrebeyê ya li bajarê Qamişloyê careke din hat bombebarankirin.

Balafirên bêmirov-biçek ên dewleta Tirk stasyona kehrebeyê ya li navçeya Dirbêsiyê bombebaran kirin.

Stasyona kehrebeyê ya li Qamişloyê cara sêyemîn hat bombebarankirin.

Di bombebarana li ser stasyona kehrebeyê ya li navçeya Dirbêsiyê de xebatkarê bi navê Kabrîn Ferho (33) birîndar bû.

Depoyên çaksazkirina zeviyên petrolê û stasyona kehrebeyê ya bajaroka Rimêlan hatin bombebarankirin.

Gundên Til El Werd, El Rebîat ên başûrê navçeya Zirgan, gundên Mehermele, Dada Ebdal, Bobî, Til Hermel û Esediyê yên bakûr-rojavayê navçeya Zirganê hatin bombebarankirin.

Avahiyek li taxa Sîna ya Qamişloyê hat bombebarankirin.

Li navenda Qamişloyê malek hat bombebarankirin.

Stasyona Udê ya navçeya Tirbespiyê careke din hat bombebarankirin.

Bîrên petrol û gazê yên li navçeya Tirbespiyê hatin bombebarankirin.

Bîrên li nêzî Girê Pirê yên li Tirbesipiyê hatin bombebarankirin.

Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî gundê Şirk ê bajarê Dêrikê hat bombebarankirin.

Gundê Girbelat ê herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.

Balafirên bêmirov-biçek ên dagirkeran bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê bombebaran kirin.

Stasyoneke petrolê ya li başûr rojhilatê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

Navendeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê hat bomeberankirin.

Dewleta Tirk a dagirker careke din beşa duyemîn a stasyona kehrebeyê ya navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Gundên Şêxlera Jorîn, Zormixar û mezraya Ehmed Munîr ên li rojavayê Kobanê hatin bombebarankirin.

Kargeha gazê ya li gundê Siweydiyê ya Dêrikê careke din hat bombebarankirin.